Sê sazîyên sîvîl yên li Afganistanê karên xwe yên li wî welatî radiwestînin

25/12/2022

Sê sazîyên sîvîl yên li Afganistanê piştî Talîbanê xebata li wan sazîyan li jinan qedexe kir karên xwe yên li wî welatî rawestandin.

Care Internantional, Konseya Penaberan ya Norwecê (NRC) û Save the Children bi daxuyanîyekê ragihandin ewê nikaribin bêyî xebatkarên jin karên xwe bidomînin.

Talîbanê, ku ji Tebaxa 2021an vir ve Afganistanê bi rêve dibe, di dawîya hefteyê de xebata li sazîyên sîvîl li jinan qedexe kiribû.

Di rojên borî de Talîbanê ragihandibû ku zanîngeh li jinan hatine qedexekirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Suleymanî: Bo milet roja Şemîyê dakeve qadan êrîş roja Înê çêbû

Weşana paşê

Erdogan: Min piştî maça fînalê Macron teseli kir