“Sê pirtûk ji bo biçûkêd Kurdan”

“Sê pirtûk ji bo biçûkêd Kurdan”
“Sê pirtûk ji bo biçûkêd Kurdan”
Qesîm Etmanekî
  • 3 Mart 2023 07:57

Sê pirtûkên wekî şekiran ji bo biçûkêd kurdan derketin. Zarok dikarin bi rêya van pirtûkan kurmancîya xwe pêşve bibin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê  

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi piştgirîya Sivil Düşün û Yekîtiya Ewropayê sê berhemên nû ji bo zarokan çap kiriye.

Di projeyê de Hînker Zarok, ji bo hînbûna Kurmancî, Mamik û Zûgotinok û Kundoyê Zana û Awaza Ajalan jî ji bo pêşvebirina Kurmancî ji hêla mamosteyan ve hatine amadekirin.

pirtûk
Wêne: Qesîm Etmenakî

Ji mamosteyan daxwaza pirtûkên xwendinê 

Rêvebira Enstîtuya Kurdî Remzîye Alparslan ji Botan Timesê re diyar kir ku wan hem li Enstîtuyê hem jî li Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo zarokan dem bi dem atolyeyên hînkirina ziman çêkirine. 

Rêvebir Alparslan da zanîn ku piştî 21ê Sibata 2021an sazîyê vê xebatê wek kampanyayeke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî dane destpêkirin.

Mamosteyên me bingeha van atolyeyan danîn û mufredata wan amade kirin. Di vê heyamê de materyalên dîjîtal jî hatin amadekirin. Bi domana van xebatan re, me kêmasiyên xwe jî dîtin û her wiha mamosteyên me jî daxwaza materyalên alîkar dikir. Bi taybetî jî, pirtûkên xwendinê, yên hîndarîyan.

Remzîye Alparslan

Her wiha ew dibêje, di çarçoveya projeyekê de, ku bi piştgirîya Sivil Düşün û Yekîtiya Ewropayê bi rê ve çûye, ji bo perwerdekirina mamosteyên zarokan atolyeyeke 4 hefteyî jî hatiye lidarxistin.

Di atolyeyê de ji birêvebirina polê û pedagojîyê heta bikaranîna amûrên dîjîtal û mafên zarokan gelek mijarên curbicur hebûn. Û dûre jî ev her sê pirtûk hatin amadekirin û çapkirin.

Remzîye Alparslan

Zarok bi diyarîyan kêfxweş bûne

Wêne: Twitter/ SS @EnstituyaKurdi

Gelek ji van pirtûkên çapbûyî ger bi rêya kargoyê hatin şandin ger jî wek diyarî bo zarokan hatin dayîn. Herî dawî, 28ê meha çûyî me li Komeleyê ji bo zarokan atolyeyeke dramayê li dar xist, di dawîya atolyeyê de me vê seta pirtûkan li zarokan belav kir. Bertekên ku hatine jî heta niha baş bûn. Hem malbat hem jî zarok pê xweş in ku xebateke bi vî rengî hatiye kirin.