Saziyên modern yên perwerdeyê yên li Kurdistanê hertim hêlîna asîmîlasyonê û wekî qereqolên kolonyalîzmê bûn. Bêguman di ruh û kesayeta me de birînên kûr vekirin. Di heman demê de helbet rêyên tolhildanê jî hînî me kirin. Ez ji van dibistanan pir bi hêz derketim. Wê demê min cara yekemîn dît ku dewlet çi makîneyeke hovane ye, mirovan çawa dihêre.
“Bi rastî her tişt hatiye gotin, lê ne ji hêla her kesî ve.”
Karl Valentin
Gotara Tuncay Şur a bi navê Yatılı İlköğretim Bölge Okulları: Modernleşme, Asimilasyon ve Disiplin(Dibistanên Seretayî Yên Herêmî: Nûjenbûn, Asîmîlasyon û Disîplîn) dîsa ez birim ser wan rojên reş û tarî. Gotar di pirtûka Türkiye’nin 1980’li Yılları (Salên 1980’î yên Tirkiyeyê) ji aliyê weşanên İletişimê ve hatiye çapkirin. Bi rastî dibistanên leylî ji bo gelek Kurdan yek ji wan birînan e ku nayê jibîrkirin. Mixabin li ser van dibistanan lêkolînên me yên pir berfireh jî nînin, ji bilî şahidiya kesên ku di wan dibistanan de xwendine. Ez jî yek ji wan xwendekaran im ku ji vê tedrîsata zordest re derbas bûme.
Ji bo min YİBO çi bû? YİBO saziyeke dîsîplîn û asîmîlasyonê bû. Tenêtiya ciwanên Kurdistanê bû ku di temenekî biçûk de ji malbat û gundên xwe hatibûn veqetandin. Bîranînên dilbiêş bûn, salên bê qeyd û bê xwedî bûn. Xwarinên bêtam û bêxwêyê bûn. Ji ber parîyek nanê “dizî” li ber çavên hezar xwendekaran lêdanxwarin bû. Hesreta xwarinên dayikan bû. Ji bo dewleteke dagirker re şikirkirina mecbûrî bû. Di nav nivînên qirêj de, di nav bi sedan nefes û bêhna xwêdanê de hewldana razanê bû. Bi saetan nîv tazî li rêzên serşokê li benda veşûştine bû. Me nikarîbû li dibistanê cilên ku me dixwest li xwe bikira. Em mecbûr bûn ku çakêtên şîn û pantolonên gewr li xwe bikin. Heger me guh nedaya van qaîdeyan mamosteyên berpirsiyar li me dixistin, carna jî wek cezayekî em ji xwarina êvarê bêpar dihiştin. Di dawiya hefteyê de destûr didan ku em biçin malên xwe, lê pêşîyê malbatên me haydar dikirin ji bo vê destûrê.
Min di navbera salên 1990 û 1993an de li navçeya Milazgirê ya Mûşê YİBO xwend. Ew dibistana leylî ji avahiyeke du qatî pêk dihat. Li kêleka wê qereqoleke leşkerî û li pişt wê jî xaniyên efseran hebûn. Têkiliyên me yên bi derve re pir lawaz bûn. Êvarê tenê saetekê derfeta temaşekirina televîzyonê hebû. Hinek kovar û rojnameyên tevgera Kurd hebûn ku hevalên wêrek bi dizîka xistibûn hundir, me caran ew dixwendin. Li dibistanê axaftina kurdî qedexe bû. Lê xwendekarên wargehê di nav xwe de bi kurdî diaxivîn. Jixwe hemû xwendekar kurd bûn. Li derveyî sînorên dibistanê tu zexteke taybet li ser kurdî tunebû. Em her sibe bi perwerdeya leşkeran ya qîjewîj hişyar dibûn. Bi rastî jiyana me jî ji her alî ve dişibiya ya wan. Wek ku Michael Foucault jî destnîşan dike saziyên weke leşkergeh, girtîgeh, nexweşxane û dibistanan di bin kontrola dewletên neteweyî de her dem ji bo afirandina hemwelatîyên kêrhatî hatine avakirin. Di demên modern de dibistanên leylî ji aliyê dewletên rojavayî ve ji bo perwerdekirina zarokên malbatên dûrî navendên bajaran hatibûn damezrandin. Saziyên perwerdehiyê yên nûjen ji destpêkê ve wekî yek ji amûrên bi bandor ên afirandina neteweyeke homojen, bi disîplîn û berhemdar hatine dîtin. Mebest kurtasî ew bû: Hemî nasnameyên din di bin sîwana nasnameyeke neteweyî ya serdest de asîmîle bikin, ji bo sektorên kapîtalîst mirovên guncav amade bikin û li dora derewên kolektîf bîranîneke nû biafirînin.
YİBOyên li Kurdistanê bi zanebûn ji herêmên ku gel lê dijîn dûr hatibûn avakirin, ev bê guman polîtîkayeke tecrîdê bû. Armanc bi kurtasî ev bû; têkiliyên xwendekaran bi gel û çanda wan qut bikin. Piraniya YİBOyên li Kurdistanê yan di nava qereqolên aktîf de, li qadên leşkerî hatine avakirin, yan jî li cihên ku ji girtîgehên berê hatine veguherandin cih digirin. Ev jî mînakeke rastîn e ku li YİBOyan bi awayekî giştî modela disiplîna leşkerî hatiye dayîn, hewl dane ku xwendekar çanda mîlîtarîst û polîtîkayên bedenî bipejirînin. Vê pergalê ji polîtîkayên perwerdehiyê yên dewletên kolonyalîst îlham girtiye. Ji bo gelek malbatên belengaz ên li gundan dijîn û nikarin zarokên xwe li navenda bajaran bi derfetên xwe perwerde bikin, bêguman YİBO ji bo zarokên wan bûye dergeheke derfetê. Lê belê ev rastî nikare armanca damezrandina YİBOyan biguherîne û nikare zirara pêkanînên deshilatdar ên van saziyan ji holê rake.
Serdar Ay jî di bîranînên xwe de li ser taybetmendiyên YİBOyan ên dişibin baregehên leşkerî de wekheviyên giring tespît dike: “Yîbo bi gelek awayê xwe dişibîya eskerîyê. Avahîyên Yîbo’yê û yên eskerî pirr dişibîyan hev. Mesele “yetexxane” (razanxane) ji “qawîşan” pêk dihat ku wiha texmîn dikim ku renze û dolabên me û yên eskeran weke hev bûn ku bi îhtîmaleke mezin ji cihekî dihatin. Dîsa hewşa wê weke ya qereqol û garnîzonên eskerî bû. Langaja îdarî ku li ser me dihate ferz dikirin dişibîya ya eskerîyê: her sibeh bi dengekî bilind û qalin “qawîş rabe” (koǧuş kalk); berî her sê danê xwarinê dua “hemd ji xwedayê me re, miletê me her hebe, efîyet be” (Allahɪmɪza hamd olsun, milletimiz var olsun, afiyet olsun) (Bi îhtîmaleke gelekî mezin erzaqê me û yê eskerîyê jî weke hev û ji cihekî bûn); serê çendekê “paqijîya hawirdorê” (mɪntɪka temizliǧi); mehê carekê “nobeta aşxanê” (yemekhane nöbeti, me digot nobeta yemexxanê); yên di sinifê heştem de bi rûtbe bûn ku serokên qawîşan (koǧuş başkanɪ) bûn û serokê mektebê (okul başkanɪ) ji wan bû, yên di sinifên bin wan re newêrîyabûn di ber sîya wan re jî herin ku îdareya mektebê hêz dida wan ku bi îmtîyaz bûn. Heta, ji ber ku derketina ji hewşa mektebê gelek caran qedexe bû, pewîstîya “destûra sûkê” (çarşɪ izni) hebû. Ji xwe me dibihîst ku carinan, di betlaneya havînan de, bername û organîzasîyonê eskeran li Yîboyê çêdibûn, û hin eskerên ku wek teqwîye tevlî operasyonan dibûn, li “razanxane”’ya (ku me digot yetexxane) wê radiketin” (YİBO’ya Hezexê 1999-2002, Devereke Gewr).
YÎBO cara yekem di sala 1939an de ji bo zarokên gundan ên ku ji ber xizaniyê nekarîn beşdarî perwerdehîyê bibin hatine damezrandin. Piştî derbeya 12ê Îlonê hema hema li her bajar û navçeyan li dûrî deverên niştecihbûnê û li kêleka qereqolên leşkerî an jî di nav wan de hatine avakirin. Di komara Tirkiyê de bêguman Kurd di nav komên ku divê bên tirkkirin û şaristanîkirin de ji bo dewleta mêtinger di rêza pêş de cih digirtin. Ji bo vê yekê YİBOyên ku li Kurdistanê hatin avakirin, weke pergaleke perwerdehiyê ya ji bo “herêmên kêmpêşketî” yên welêt, weke firsendeke derfetên wekhev hatin pêşkêşkirin û armancên neteweyî û siyasî helbet hatin veşartin. Lê Rapora Dersimê ya ku di sala 1934an de hatiye weşandin, bi zelalî eşkere dike ku armanca veşartî çi ye: “Divê pêşî Dêrsim wek kolonîyek bê dîtin, Kurdayetî di nav civaka Tirk de were helandin û paşê hêdî hêdî bikeve bin qanûnên Tirkan.” (Rapora Dersimê, 2000: 184). Pêşîkdayîna Dêrsimê îspat dike ku Dêrsim çawa wekî çavkaniya metirsiyê tê dîtin û her tiştê ku ev bajar pê re rû bi rû maye li gorî bernameyeke dewletê ya ji berê ve hatiye amadekirin. “Ji 59 YİBOyên ku di navbera salên 1962-1973an de hatine vekirin, 55 ji wan li parêzgehên Kurdistanê ne” (Işık ve Arslan, 2012: 108). Ev jî nîşan dide ku armanc çi ye û kî ne.
Di sala 1937an de dema ku operasyonên li ser Dêrsimê dewam dikirin, bi pêşniyara Şükrü Kaya di heman salê de Enstîtûya Keçan a Elezîzê (Elazığ Kız Enstitüsü) tê vekirin. Siyaseta perwerdeyê ya li dijî parêzgehên Kurdan bi awayekî mîsyoneriyê hatiye meşandin ji xwe rêveberê Enstîtûyê Sıdıka Avar jî mîsyonerê perwerdehiya kemalîst bû û ji aliyê Ataturk ve hatibû wezîfedarkirin. Wê dê hewl bida kesên ji qetlîama Sabiha Gökçen filitîne bike tirk û sunî. Sıdıka Avarî di bîranînên xwe de Dağ Çiçeklerim (Kulîlkên Çiyayê Min) de armanca xwe eşkere dike, çawa keçên kurdên hov, bêxwendî, feqîr ji gundan kom kirine, ji bo perwerdeya tirkî û şaristaniya wan çi fedakarî kirîye vedibêje. Li gorî wê: “Piraniya wan keçan ji wan gundên serhildanê bûn. Yên bedew û yên gemar, yên tund û yên serhildêr, di dawiyê de zarokên mirovan bûn. Divê ev dilên biçûk û birîndar bi hezkirin û dilovanî bêne dermankirin, bi tirkbûnê re bêne kelijandin.”
Wek ku Tuncay Şur jî diyar kiriye “Heta nîvê salên 70yî, ji bilî çend îstisnayan, YİBO tenê li bajarên kurdan hatine avakirin. Ji vê tarîxê heya nîvê salên 1980yî dibistanên bi vî rengî li herêmên din jî bi awayekî berbiçav zêde bûn helbet. Lê belê ji dawiya salên 80yî û vir ve, ji ber şerên PKK û dewletê, li parêzgehên Kurdan dîsa hejmara YİBOyan zêde bû. Sedema sereke ya vê zêdebûnê ev bû; bi darê zorê hezaran gund hatin valakirin, dibistanê gundan hatin girtin û bi milyonan kes ji gundan ber bi navendên bajaran ve bi zorê hatin koçberkirin. Bi milyonan kesên ku bi zorê koçber bûn û li derûdora bajaran bi cih bûn û ew zarokên wanên ji wir çûne YİBOyan, berevajî plansaziya dewletê, nasnameya xwe ya kurdewarî winda nekirin. Berevajî vê yekê, van dibistanan bi xwe nifşeke têkoşertir û siyasîtir afirand” (Tuncay Şur, 2023: 737).
Saziyên modern yên perwerdeyê yên li Kurdistanê hertim hêlîna asîmîlasyonê û wekî qereqolên kolonyalîzmê bûn. Bêguman di ruh û kesayeta me de birînên kûr vekirin. Di heman demê de helbet rêyên tolhildanê jî hînî me kirin. Ez ji van dibistanan pir bi hêz derketim. Wê demê min cara yekemîn dît ku dewlet çi makîneyeke hovane ye, mirovan çawa dihêre. Teyib Salih di romana xwe ya bi navê Kuzeye Göç Mevsimi (Koça Demsalan Berev Bakur) de, li Sûdanê berteka xelkê niştecih li hember dibistanên kolonyal ên Brîtanyayê bi van gotinan tîne ziman: “Li gorî niştecihan, dibistan bi artêşa dagirkeran hatibûn wî welatî, hêlîna xerabiyê ya herî mezin bûn.” Li Kurdistanê jî dîroka perwerdeya dagirkeran bi vî awayî dest pê kiribû.
Çavkanî
1) Işık, A. S., & Arslan, S. (2012). “Bir Asimilasyon Projesi: Türkiye’de Yatılı İlköğretim Bölge Okulları”, Toplum ve Kuram Lêkolîn û Xebatên Kurdî (6-7).
2) Serdar Ay, “YÎBO’ya Hezexê 1999-2002 (Devereke Gewr)”, Kürd Araştırmaları Dergisi, Sayı: 6
3) Tuncay Şur, Yatılı İlköğretim Bölge Okulları: Modernleşme, Asimilasyon ve Disiplin: Türkiye’nin 1980’li Yılları, Derleyen: Mete Kaan Kaynar, İletişim Yayınları.