Sazîyên Kurdî: Ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve


Navenda Nûçeyan
Sazî û komeleyên kurdî ji bo desteserkirina rojnameger, zimannas, şanoger, parezer û siyasetmedarên Kurd daxuyaniyeke weşandin.
Saziyên kurdî di daxuyaniya xwe da operasyonê şermezar dikin û bang li hevgirtina kurdan hate kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin; “Çawa ku ev cure operasyonên qirkirinê bi tu awayî bi ser neketine, berevajî wê yekê, têkoşîna gelê Kurd a ji bo maf û azadiyê xurttir kiriye, ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve.”
Yek ji armancên van operasyonên qirkirinê bi lawazxistina xebatên zimanê kurdî pêşvetirbirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye. Di çarçoveya vê polîtîkayê de her tim saziyên zimanê kurdî û mamosteyên zimanê kurdî tên hedefgirtin.
Di vê operasyona qirkirinê de jî mamoste û kedkarên zimanê kurdî Rifat Ronî, Nesîb Gultekîn û Osman Çetînkaya hatine binçavkirin.
Saziyên îmzeya wan li daxuyaniyê ne ev in:
Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê – Amed
Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan
Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Enqayê – Enqere
Kovara Destar – Amed
Çi bûbû?
Îro serê sibehê li 21 bajaran li hemberî zimannas, rojnameger, parêzer, hunermend, aktîvîst û siyasetmedarên kurd operasyoneke hatibû lidarxistin.
Di operasyonan da ji 100î zêdetir kes hatibûn binçavkirin.