Sayîme Xakpûr: Jineka wekî Îran Xanimê belkî sed salê carekê tê dinê

12/01/2024

Çend wext berê bi rêya Hûrbînî Podcastê haya min ji kitêbekê çêbû. Ew kitêb behsa kurtejîyana jineka kurd a denbgêj dikir. Îran Xanim: Hawarek ji Ûrmîyeyê. Piştî wê kurtebehsê ya di podcastê da, min xwest demildest xwe bigihînim kitêbê. 

Kitêba Îran Xanim: Hawarek ji Ûrmîyeyê ji weşanxaneya Nûbiharê di gulana 2023yan da derketîye. Kitêb ji alîyê nivîskar Sayîme Xakpûrê ve hatiye nivîsîn ku ew bi xwe jî ji bajarê Ûrmîyeyê ye. Piştî ku min ev kitêb xwend, ew xwestek bi min re peyda bû ku divîya ez ji hinekan ra behsa vê kitêbê bikim, çîroka Îran Xanimê hinekê din bikolim an jî bikevîm li dû wan tiştên ku bo min bûbûn meraq. Werhasil min bi rêya weşanxaneyê têkilî bi nivîskara kitêbê re danî ji bo ku hin bersivên pirsên xwe jê bigirim. 

Berîya ku bikevim nav hûrgilîyan, dixwazim bi kûrtasî behsa kitêbê bikim. 

Kitêba Îran Xanim Hawarek ji Ûrmîyeyê behsa jineka dengbêj a kurd dike. Îran Xanim ji Ûrmîyeyê ye û ew yekem jina dengbêj e ku di Radyoya Ûrmîyeyê da dengê wê hatîye qeydkirin û arşîvkirin [1]. 

Ev kitêb ji pênç beşan pêk tê ku di her beşekê da nivîskara kitêbê Sayîme Xakpûr li ser alîyekî Îran Xanimê hûr bûye. Di her sê beşên pêşîn da cih daye agahîyên ku jî keça Îran Xanimê, Gulîstanê, wergirtîye. Wê di beşa çarem da hin fikir û ramanên dengbêjan ên derbarê dengbêjîya Îran Xanîmê da neqil kirîye. Kitêb bi hin stran û fotografên Îran Xanimê diqede. 

Wêne ji kitêba Îran Xanim Hawarek ji Ûrmîyeyê

Îran Xanim bi çi awayî diçû Radyayo Ûrmîyeyê?

Nivîskara kitêbê Sayîme Xakpûr bi me dide zanîn ku ew di zaroktîya xwe da bi stranên Îran Xanimê ra mezin bûne. Di şîn û şahî û merasîman da dema jinan lorîkek an jî stranek bigotana, digotin “wey siheta te xweş, mirov dibêje qey tu Îran Xanim î.” Deng û kasedên Îran Xanîmê di her malekê da hebûn. Wê çaxê gelekî hêsan bû ku însan xwe bigihînin Îran Xanimê, bibin mêvanên dîwana wê. Lê tu kesî xwe negihandîye çîroka Îran Xanimê, qala jîyana wê nekirîye.  

Serdema ku Îran Xanim diçû radyoyê û dengê xwe qeyd dikir, xelkê wekî tiştekî eyb didît, ne lo gor civatê bû an jî digotin jinek çawa dikara biçe dengê xwe qeyd bike. Lê belê hevjînê Îran Xanimê piştevanîya wê dikir. Dema Îran Xanim ji bo qeydkirinê diçû radyoyê, hert tim hevjînê wê jî pê re diçû. Keça Îran Xanimê, Gulîstan dibêje ku dema karekî bavê min hebûya, wî pismamekî min bi dayîka min re dişand radyoyê. Sayîme Xakpûr derbarê vê yekê da dibêje: “Îran Xanimê ji gundê xwe heya xwe bigihîne Radyoyê ku divîya bi dehan kîlometre rê biçûya û ji ber ku Îran Xanimê ne zimanê Farisî ne jî Azerî nizanibû ji ber wê her tim yek pê re diçû.” Jixwe piştî şoreşa Îslamê ya Îranê (1979), Îran Xanim êdî nema dikare biçe radyoyê. 

Piştî şoreşa Îslamê ya Îranê, rêya Îran Xanimê ya radyoyê tê girtin, lê ew dev ji gotina stranên xwe bernade û li mala xwe stranên xwe qeyd dike û dişîne gelek deverên Kurdistanê. Sayîme Xakpûr dîyar dike: “Wê demê rewşekê gelekî hesas bû ji bo kurdan. Kurdayetî deng veda li Rojhilatê Kurdistanê, lê rejîma ku hat hêzên kurdan fetisand. Heta Îran Xanim çend stran gotine li ser wan gundên ku sê çar sal piştî şoreşê çi piçûk û mezin çi keç û xort çek dane destê xwe û li hember rejîmê sekinîne.” Sayîme Xakpûr dibêje ku jixwe wan nikaribûye zimanê kurdî li Rojhilatê bifetisînin, ziman her tim hatîye parastin. 

Heta çend wext piştî wan bûyeran rayedarên dewleta Îranê ji dengbêja kurd Îran Xanimê daxwaz kirine ku sirûda wan a neteweyî bixwîne, lê Îran Xanimê ev daxwaza wan red kiriye [2].

Jinaka wekî Îran Xanimê belkî sed salê carekê tê dinê, dibêje nivîskara kitêbê: “Di dema xwe da keseka wekî wê wêrek tune bû, dengê xwe qeyd bike, biçe radyoyê, û ewqasî navê wê hatibî bihîstin tune bû.” Herwiha Sayîme Xakpûr dibêje ku ew stranên Îran Xanimê yên hatine qeydkirin dê gelekî kêrhatî bin ji bo jinên dengbêj. 

Di ber axaftinê da ji bilî serkeftîbûna Îran Xanimê ya dengbêjîyê, wê bi me da hisandin ku ew li gorî serdema xwe jineka gelekî wêrek jî bûye. Îran Xanim, ew xiyanet û nehaqîya ku lê hatîye kirin qebûl nekirîye û bi ya xwe kirîye.

Çîrokên jinên kurdan her tim veşartî bûne û gelek ji wan bi wan re çûne bin axê.” dibêje Sayîme Xakpûr. Lê ew ket dû çîroka Îran Xanimê û anî berdestê me û her wiha got ku xebat û lêkolînên ser Îran Xanimê berdewam in. Dîrok dê vê çîrokê qeyd bike. 

Çavkanî:

[1] Sayîme Xakpûr, Îran Xanim: Hawarek ji Ûrmîyeyê, Nûbihar, Stenbol, 2023.

[2] Heman berhem, r. 35.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Ji Şama Şerîf Şeveka Beşarê Esad Ta Heta Mihemedê Malmîsanij û Berkenê Bereh

Şam’dan çıktığım akşama dedim Şam-ı Şerif.. Vê gotina ku bala Ahmet Hamdi

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên