Şaredarîya Şîşlîyê konserta Murad Demir betal kirîye

14/11/2024

Li Şîşlîya Stenbolê konserta hunermend Murad Demir betal kirine.

Demir li ser hesaba xwe ya Instagramê da zanîn ku konserta wî ji alîyê şaredarîya Şîşlîyê ve hatîye betal kirin û wî dîyar kirîye ku dê tarîxa nû ya konserta xwe di demekî nêzîk da ragihîne.

Ev çend roj in konsertên hunermendên kurd yên wekî Xecê, Diljen Ronî, Rojda û Metîn Kemal Kahraman li Stenbol ji alîyê şaredarîyan ve têne betalkirin.

Diljen Ronî di hevpeyvîna xwe ya Ajansa Mezopotamyayê da wiha dibêje: “Di van demên dawîn de min dest bi xebata albumeke nû kir û me plan dikir ku wê li Stenbolê bi konsereke xweş bixemilînin. Di meha Tebaxê de ji bo dîyarkirina dîrokê me serlêdan kir û me ji bo 6’ê Kanûnê biryar da. Me peymana fermî çêkir û piştî daxuyanîyê me bilêtên xwe li nuqteyên firotanê yên têkildar danşn. Piştre dema ku me dest bi provayê kir, xeber hat ku konser ji ber tamîrkirinê hatîye betalkirin. Lê daxuyanîyeke fermî jî nedan.”


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Di meha Mijdarê de 21 rojnameger hatine desteser kirin – Rapora DFGyê

Li gorî rapora DFGyê ya meha Mijdarê ya sala 2024ê, 21 rojnameger

Polîsan rojnameger û nivîskar desteser kirine: Bawer Berşev, Hicrî Izgoren, Omer Barasî…

Îro sibê li Stenbol, Batman, Amed û gelek bajarên dî polîsan operasyoneka

Li sê bajaran rojnamevan hatine desteser kirin

Îro sibê li Stenbol, Batman û Diyarbekirê operasyoneka polîsan pêk hatiye û