Şaredarîya Amedê: Xwaringeha Gel vebû, 4 cureyên xwarinê bi 70 lîreyî ne

30/08/2024

Şaredarîya Amedê Xwaringeha Gel vekir.

Li wê xwaringê çar cureyên xwarinê bi 70 lîreyî ne.

Şaredarîya Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihdandîye ku wan Xwaringeh Gel vekirîye.

Wan di daxuyanîya xwe armanca xwe ya vekirina xwarigehê destnîşan kirîye.

“Me bi vê nîyetê Xwaringeha Gel vekir ku xelkê me xwarineka erzan, paqij û bitehm bixwe.”

Hevserokên Şaredarîya Amedêî, Serra Bucak û Dogan Hatun qurdeleya wê birî û Xwaringeha Gel dest bi xizmeta xwe kir.

Ji bilî yekşeman, Xwaringeha Gel her roj dê di navbera saet 12:00 – 17:00an vekirîbe û 4 cureyên xwarinê bi 70 lîreyî ne.

Xwaringeha Gel li kûçeya hunerê ya Ofîsê ye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Temen, bajêr, helbest ango Berken Bereh 

Weşana paşê

Rojeva Zindî: 30.08.2024

Te hay ji vê heye?