Şaredariya Amedê dê şano û sînemayê belaş nîşan bide

Nıvîskar:
4 weeks berê

Çalakiyên meha Îlonê yên ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tên organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dest pê dikin.

Dema destpêkirina hemû pêşandanên sînema û şanoyê yên bêpere, Dîwana Dengbêjan û konserê wê saet di 19.30’ê de be.

Fîlmên wê bên nîşandan

Çalakî dê di 14ê Îlonê de bi fîlmê “Di Navberê de” ku derhêneriya wê Alî Kemal Çinar dike, dest pê bike. Fîlma “Dayika Elîf” ya bi derhêneriya Kazim Oz û Semîr Aslanyurek ku xelat wergirtiye û pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê ya van demên dawî vedibêje, li ser esasê “Dayika Elîf” ku karaktereke mucîzeyî ya ku pêşerojê ava bûye, di 15ê Îlonê de derdikeve pêşberî temaşevanan.

Şano

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 20ê Îlonê de bi adaptasyona kurdî ya romana navdar a Cervantes Don Kixot perdeyên xwe vedike. Kesên ku bêriya lîstikê kirin dê di 27-28’ê îlonê de şensê temaşekirina lîstikê bibînin.

Fîlma “Biryareke Zor” ku ji aliyê Ender Ozkahraman ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê dike, çîroka jineke ciwan a ku li Colemêrgê di atolyeya xalîçeyan de dixebite vedibêje û di xewna xwe de dibîne ku bi pereyê wê emeliyata pozê xwe bike. Fîlmê ku Şukran Aktî û Feyyaz Duman dileyîzin dê di 21ê Îlonê de derkeve pêşberî temaşevanan. Fîlma Pîrebok a ku Lutfî Îrdem li gel Nûrûllah Kaya nivîsandiye û derhênerê wê jî Îrdem e, di 22ê Îlonê de tê nîşandan.

Dîwana dengbêjan

Di nava çalakiyan de dîwana dengbêjan jî heye ku dê dengbêjên navdar beşdar bibin. Dîwana Dengbêjan dê di 24’ê îlonê de li Parkormana Peyasê bê danîn.

Fîlma “Bîranînên li Ser Kevirê” ku derhêneriya wê Şevkat Emîn Korkî dike û Huseyîn Hesen û Nazmî Kirik dileyîzin, dê di 28’ê îlonê de bê nîşandan.

Gênco

Fîlma Gênco ya bi nivîs, derhêner û bi lîstikvaniya Alî Kemal Çinar ku di 28’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de xelata fîlma herî baş girt jî di nava çalakiyan de cih digire. Fîlm dê di 29’ê îlonê de li navenda kongreyê bê nîşandan.

Konser

Çalakiyên îlonê dê bi konserekê bi dawî bibin. Di konsera ku dê di 29’ê îlonê de li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bê lidarxistin de Kardeş Turkuler û Koma Hevra dê derkevin ser dikê.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Azad Bedran û Helîm Omerî hatine desteserkirin – Rûdaw

Îro danê sibehê li Amedê, hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî (Arslan)

Weşanên Avestayê xêzeromana ‘Selaheddîn’ çap kir

Wergêra xêzeromana ‘Selaheddîn’ çap bû. Kitêba muşterek ya MARIOLLE, MELI & LOISEAU

Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!

Kurdî ji alîyê ferhengoka xwe ve zimanekî berfireh e. Ji ber gelek