Sîyasetvan Ahmet Eşref Fakibaba, ku di jimareke partîyên cuda de sîyaset meşandiye, ji Twitterê destek da Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu.
Fakibaba dîyar kir ku wî berê şaredarî jî kiriye û ew dixwaze bi bîr bixe ku ti kes nikare Îmamoglu yê bi reyên helal hatiye hilbijartin ji kar dûr bixe.
‘’Milet wê hesabê vî di sindoqan de teqez ji we bipirse. Hiqûq û edalet bo herkesî lazim e’’ Fakibaba nivîsî.
Di hilbijartinên herêmî yên 2004an de, Fakibaba bo şaredarîya Rihayê berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bû û bi ser ketibû.
Piştre, di hilbijartinên 2009an de, AKP ew wek berbijar raber nekiribû, lê wî wê carê jî bi awayekî serbixwe şaredarî qezenc kiribû.
Fakibaba di rojên borî de ji AKPê derbazî Îyî Partîyê bû.
Foto: Twitter, @aefakibaba
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.