Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Mijdarê diyar kiriye

  • 30/10/2021
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Mijdarê diyar kiriye
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

30/10/2021

Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Mijdarê kiriye. Di vê mehê de wê bi 5 lîstikan derkevin pêşberî temaşevanan. Di mehekê de wê ev 5 lîstik bi tevahî 11 caran bên lîstin. 

Di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de pênc lîstik hene. Tartuffe, Hema Hema Jin Elizabeth, Serbaz, Delibo û 5 Sevim Apartmanı lîstikên vê mehê ne. 

Lîstika Moliere’Tartuffe’’ ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lîstin û Rüknettin Gün derhênerîya lîstikê dike.

Lîstika Dario Fo ‘’Hema Hema Jin Elizabeth’’ ji hêla Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lîstin û Berfîn Emektar derhênerîya vê lîstikê dike. 

Lîstika Hristo Boyçev ‘’Serbaz’’ ji hêla Batman Yenisahneyê (Koma Mêvan) ve tê lîstin û Yakup Selimoğlu derhênerîya lîstikê dike. 

Lîstika ‘’Delibo’’ ji hêla Tiyatro Alestayê (Koma Mêvan) ve tê lîstin û Orçun Ucal derhênerîya lîstikê dike.

Lîstika ‘’5 Sevim Apartmanı’’ ji hêla Tiyatro Alestayê (Koma Mêvan) ve tê lîstin û Orçun Ucal derhênerîya lîstikê dike. 

Bername:

*Çavkanî: Şanoya Bajêr a Amedê

%d