Şanoya Amedê ji bo HDPyê dê bilîze

27/01/2023

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hesabê wê yê alîkariya Xezîneyê hat astengkirin wan kampanyayeke bi navê “Gencîneya me gelê me ye” bexşînî dane destpêkirin. 

Berdevka HDPê Ebru Gunay diyar kir ku dî wê biryarê de hat armackirin ku Partiya wan nikaribe xebatên hilbijartinê bimeşîne. 

“Em îro li ser piştgirî û daxwazên xurt ên gelê xwe kampanyayê ‘Gencîneya me gelê me ye’ didin destpêkirin. Bi hêz û hevgirtina gelê xwe em ê di dîroka xwe de xebatên hilbijartinê yên herî bi rûmet bimeşînin.”

Daxwaza HDPê a “Doza girtinê heta hilbijartinê taloq bikin”  ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin.  

Şanoya Bajêr a Amedê di 5ê Sibatê de ji bo piştgirîyê bidin HDPê dê bilîzîn.

Hemû bilêdên lîstika “Dek û Dolabên Scapen” ji bo piştgirîya HDPyê dê bên firotin.

Serokên Giştî yên HDPyê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yên Twîtterê spasîya kesên ku piştgirî dan vê kampanyayê, kirin.  


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Saadet Party: Kurdish should be one of the official languages in Turkey

Weşana paşê

Çavdêrîya li medyaya Kurdî 28.01.2023

Te hay ji vê heye?