Bi talîmata Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê, duh (sêşem) li Diyarbekirê û 21 parêzgehan operasyon hatibû kirin.
Di encama serdegirtinan da rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav da zêdeyî 150 kes hatine binçavkirin.
Şanogerên Batmanê ji bo hemû girtîyan û bi taybetî ji bo hunermendan daxuyanî dan.
Daxuyanî ji alîyê lîstikvan Bahoz Ozsunarî ve hat xwendin.
“Ev ne skandala ewil û ne ya dawî ye. Em baş bi bîr tînin ku berîya ku şanoyên kurdî hatin astengkirin û hunermendên kurd di girtîgehê da îşkence dîtin!”
Şanogerên Batmanê
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.