Şanoger Bafeyî: Bi qasî we bertek da hev we neda van komkujîyan

  • 25/12/2022
Şanoger Bafeyî: Bi qasî we bertek da hev we neda van komkujîyan
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

25/12/2022

Minaqeşeyên ser protestoyên bo êrîşa Parîsê didomin.

Şanoger Resul Bafeyî, ku bi skeçên mîzahî tê naskirin, ji hesabê xwe yê Twitterê ser minaqeşeyên dawî yên Kurdan nivîsî.

‘’Bi qasî we bertek da hev we neda van komkujîyan. Tiştek şaş hebe bêjin şaş e. Ev çi gotinên pîs û bêedeb in hûn dibêjin hev’’ Bafeyî nivîsî.

Wî dîyar kir ku mijara wan kuştina Kurdan e, lê dilê hin kesan bi çend erebeyan şewitîye.

Dîmenên li ser sosyal medyayê raber dikin ku hin kesên bi wan re al û flamayên Kurdan hene, erebeyan teqle dikin, caman dişkînin.

AFP, Reuters, France 24 balê dikişînin ser şideta li protestoyên Kurdan.

Rêvebirên Parîsê dibêjin jiber girjîya di protestoyan de 11 kes hatine girtin. 

%d