Şangorên Batmanê diçin çeperê

27/12/2022

Nîsk Huner ya navend li Batmanê ye afîşa lîstika xwe ya nû weşand.

Afîş raber dike ku şanogerên Nîsk Hunerê dê Seyrana Li Çeperê ya Fernando Arrabal bi wergera Aydin Rengîn bilîzin.

Lîstikvanên Seyrana Li Çeperê, Denîz Ozer, Gulan Mizgîn, Habîb Çelîk, Şîrvan Yelboga û Bahoz Ozsunar in.

Bo vê şanoyê, Nazmî Karaman derhênerî kiriye û Egît Firat jî derhênerê hunerê ye.

Muzîkên şanoyê jî Gokçe Selîm hazir kirine ku ew bi karên xwe yên li Sîya Şevê jî tê naskirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, şanogerên ku li dora Nîsk Hunerê kom bûne, bi rêzefîlmên Îşev û Migooyê jî di rojeva hunerhezan de ne.



sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Qewet xweş Kurdish Lessons

Weşana paşê

Wekîla HDPê Beştaş xwe li gotinên George Orwell digire