Şaneşîn Performansê komaleya xwe ava kiriye

Şaneşîn Performansê komaleya xwe ava kiriye
Şaneşîn Performansê komaleya xwe ava kiriye
Beril Caymaz
  • 20 Nisan 2023 09:03

Komaleya me ya nû dê di şanoya kurdî da bi proje û xebatên me cihê xwe diyar bike. 

Şêrko Janzêm

Şaneşîn Performans ku bi lîstikên şanoyê yên bi Kurdî derdikevê ser dikê, mizgînîya avakirina komaleyeka nû da.

Li Mêrdînê komeke dilxwazên şanoyê bi navê Şaneşîn Performansê, komeke şanoyê ava kiribûn. Wan hewl dane ku êdî xebatên xwe bi awayekî fermî bimeşînin û di vê komaleyê da hewl bidin lîstikên nû, xebatên çandî û hunerî çêbikin.

Yek jî Lîstikvanên Şaneşîn Performansê, Şêrko Janzêmî ji Botan Times ra behsa komaleya wan a nû kir.

Di komaleyê da em ê lîstikan ji bo mezin û zarokan derxînin, em ê xebatên çandî û edebî jî bikin. Em ê li ser şano, edebîyat, çand, huner, ziman û hwd. kargeh û perwerdehîyan ji bidin.  

“Bi kurt û kurmancî êdî maleke hemî xwemxurên çand, ziman, û hunera kurdî li Mêrdînê heye. “

Me bi vê komaleyê xwest ku xebatên xwe êdî bi awayekî fermî bimeşînin û rê li ber astengîyên ku gelek caran derdiket pêşiya me, bigirin. Me komale vekir û li gel wê em ê sahneyekê ji ava bikin, êdî ew ê komên şanoya kurdî yên li bajarên din jî li Mêrdîn xwedî derfetek bin ji bo sahneyê. Yanî bi kurt û kurmancî êdî maleke hemî xwemxurên çand ziman hunera kurdî li Mêrdînê heye. 

Lîstikvan Janzemî dîyar kir ku di komaleyê nû da 12 kesên ku di koma Şaneşînê da şanoyê dikin, hene. Ew di heman demê da jî endamên komaleyê ne. Di nav komê da xwendekar, mamoste, memur, karker û bêkar hene. 

Me qet xerîbî nekêşa wekî ku em li Kurdistanê bûn, me rehet lîst.

Şaneşîn Performans rojên borî yekem car li derveyî Kurdistanê derketibû ser dikê. Wan lîstika xwe li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) a Enqereyê lîstin.

Şêrko Janzemî li ser ve yekê ev tişt got:

Cara pêşî bû ku em li derveyî Kurdistanê derketin ser sehnê, di rê da û heta ku lîstikê dest pê kir jî kelacana me hebû, jî ber ku me nizanîbû ku temaşevanên çawa li benda me nin.  Cudahîya li wir gava meriv li lîstikê û mijara lîstikê bifikire ji hêla sembolîk ve gelek watedar bû ji bo me… û yê din jî tenê alîyê teknikî ve derfetên firehtir hebûn ew yek jî ji bo me tecrûbeyeke baş bû. 

Me qet xerîbî nekêşa wekî ku em li Kurdistanê bûn, me rehet lîst.

Temaşevanên wir û yên vir ne wek hev bûn ji ber ku wekî mîhrican hatibû organize kirin bêtir kesên ku beşdarî mihricanê bibûn, xwendekarê Odtuyê û mêvanên me yên ku hatin lîstika me temaşe kirin, bûn. Helbet li gorî vir reaksîyon kêm bûn ji ber ku me di lîstikê de jêrnivîs bikarneanî. 

Di nav temaşevanên me da bêtir yên ku bi kurmancî nizanibûn, hebûn. Lê piştî lîstikê me dît ku gelek pirs û şîroveyên cuda hatin, ev yek me gelekî kêfxweş kir.

Şaneşîn Performans ji bo cihê xwe yê nû li hêvîya piştgiriya xemxurên çand, huner û zimanê kurdî ne. 

Di piştî cejnê da turneya wan dest pê dike. Di 29ê mehê da li Batmanê û 30ê mehê li Amedê li hemberî şanohezan bin.