Şaneşîn Performans dê kargeha şanoyê li dar bixe

15/12/2023

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performans dê kargeha şanoyê li dar bixe.

Recep Îçen û Umît Aktaş dê di kargehê da dersên wekî lîstikvanî, dramaturjî û dîroka şanoyê bidin. Herwiha dê çend dersdarên mêvan jî hebin ku dê di kargehê da dersa xwe bidin.

Zimanê kargehê bi kurmancî ye û kargeh dê sê mehan (Rêbendan, Sibat, Adar) berdewam bike.

Ders dê bi awayekî rûbirû, li Mêrdînê, li avahîya Şaneşîn Performansê bêne dayîn.

Piştî ku kargeh qedîya, ligel ew kesên beşdar bûne dê lîstikek bê amadekirin û lîstin.

Kontenjan bi 10 kesan sînorkirî ye û dema dawî ya serlêdanê jî 30.12.2023 ye.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê vegirtiye – NY Times

Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Pirtûka Herodotos cara yekem bi Kurmancî hatiye weşandin

Pirtûka dîrokî ya Herodotos, ku berî 2500 salan hatiye nivîsandin, cara yekem