Şaneşîn Performans dê ji bo zarokon atolyeya wênesazîyê li dar bixe

02/09/2023

Şaneşîn Performans ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku ew dê ji bo zarokan atolyeya wênesazîyê li dar bixin.

Zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 14 salî da bin dê bikaribin tevlî vê atolyeyê bibin. Atolyeya wênesazîyê dê hefteyê çar saetan be û zimanê atolyeyê dê bî Kurdî be.

Dersdêra atolyeyê dê Sakîne Şalvacı be. Sakîne Şalvacı li Zanîngeha Artûklûyê him beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û him jî beşa Wênesazîyê qedandiye. Herwîha xebatên wê yên ser zorakan hene.

Atolye dê li Şaneşîn Performansê pêk were. Ji bo tekilîyê hûn dikarin jimara 0536 555 11 96ê bigerin.

Şaneşîn Performans çend meh berê li Merdînê bi komek dilxwazên şanoyê ra hatibû avakirin. Ji Şermola Performansê Şerko Janzemî ji bo Botan Timesê diyar kiribû ku ew dê li ser şano, edebîyat, çand, huner, ziman û hwd. kargeh û perwerdehîyan ji bidin. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Te ev dîtıne?

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran

Rapbêj dê “Kurdish Rap Nights”ê pêk bînin

Hunermendên rapa kurdî XEM, Pîroz û Ronî Artîn piştî 4 salan dê

Protestoyên li Wanê – Hevgirîyeka germ û hewayeka sar heye

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat