Şandeyeka fermî ya Fransayê çûye seredana Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ku ji alîyê Emmanuel Macron ve hatîye erkdarkirin.
Bi serokatîya wezîrê berê yê perwerdeyê yê Fransayê Michel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û Nûnerê Rêveberîya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa seredan pêk hatîye.
Li gorî nûçeya Rûdawê şande li Qamişlo ligel berpirsên Ofîsa Pêwendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser civîyaye ku seredana şandeyê bi mebesta gihandina peymana piştgirîyê ya serokomarê Fransayê ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û Rêveberîya Xweser pêk hatîye.
Şandeya navborî ji alîyê Hevseroka Daîreya Têkilîyên Derve Semer El Ebdullah û cîgirên hevserokatîya daîreyê Fener El Giêt û Robel Beho ve hat pêşwazîkirin.
Di civîna her du alîyan da êrişên Tirkîyeyê yên li ser Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê û xebatên rêxistinên navneteweyî yên li kampên penaberan hatin gotûbêjkirin.
Herwiha Michel Blanquet dîyar kirîye ku ew dixwazin havkarîya di navbera Fransayê û Rêveberîya Xweser da berdewam be û Blanquet teqez kirîye ku êrişên li dijî Rêveberîya Xweser nayên qebûlkirin.