Şampîyonê Kupaya Cîhanê ya FIFA ya 2022yan dê îro Yekşemê bi maça Fransa û Arjantînê bêlî dibe.
Arjantînê berê di 1978 û 1986an de, Fransayê jî di sala 1998 û 2018an de kupaya cîhanê rakiriye.
Eger Fransa, Arjantînê têk bibe ew dê li dû Îtalya û Brezîlya ji wan welatan be ku du caran li ser hev kupaya cîhanê rakirine.
Îtalyayê di sala 1934an û 1938an de, Brezîlyayê jî di sala 1958 û 1962yan de wisa kupa rakiribû.
Kaptanê Arjantînê Lionel Messi di rojên borî de dîyar kir ku ewê di fînalê de maça xwe ya dawî ya li Kupaya Cîhanê bilîze.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.