Salek û 10 meh cezayê hepsê li Rojnameger Gulşen Koçukê hatiye birîn

Li rojnameger Gulşen Koçukê, di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin de salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê hatiye birîn. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di derbarê edîtora JinNewsê Gulşen Koçukê de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. […]

Salek û 10 meh cezayê hepsê li Rojnameger Gulşen Koçukê hatiye birîn
Salek û 10 meh cezayê hepsê li Rojnameger Gulşen Koçukê hatiye birîn
Vahdet Uçar
  • 8 Aralık 2021 11:07

Li rojnameger Gulşen Koçukê, di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin de salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê hatiye birîn.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di derbarê edîtora JinNewsê Gulşen Koçukê de bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Rûniştina yekemîn a dozê li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat lidarxistin.

Koçuk û parêzer  Resûl Tamur di rûniştinê de amade bûn. Koçuk ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî yên di sala 2016an hate darizandin. Koçukê di rûniştinê de îdiayên li ser xwe red kirine.  Parêzer Resûl Tamur jî îdiayên ku hatine kirin red kiriye û daye zanîn ku parvekirinên ku miwekîla wî kirine di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne û şîdetê teşwîq nakin, ji ber vê yekê jî xwest miwekîla wî bereet bike. Heyeta dadgehê bi hênceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê li Koçukê birîye.