“Şakiro û mûzîka elektro çi li hev tên!”

27/01/2023
Harun Eyup Polat

Harun Eyup Polat mûzîsyenekê ciwan e ku berhemên mûzîka elektro çêdike. Ew li zanîngehê li beşa teknolojiyên mûzîkê dixwîne. Li pey evîna xwe ya mûzîkê çûye Amerîkaya Başûrê û li kolanan li bilûrê daye. Li ser mûzîka xwe bersiva pirsên Botan Timesê da.

Tesedif çêbû!

Emro, Şakiro

7-8 sal in ku ez bi awayekê profesyonel berhemên elektro-mûzîk yên bi tarza serbixwe(indie) çêdikim. Rojekê li ser berhemeka xwe dixebitîm. Hingê ji aliyekê ve min ji xwe re stran vekiribûn. Dema mûzîka min û Şakiro bi hev re lê da.

Min ji xwe re got Şakiro û mûzîka elektronîk çi li hev tên. Min hingê dest pê kir ku mûzîka xwe û stranên dengbêjan bi hev re bikim remiks.

Harun Eyup Polat

Bilûrjenekê kurd li kolanên Amerîkaya Başûr

Ez bixwe bilûrjen im. Hej meqamên kurdî dikim û wan bi awayekê profesyonel lê didim û çêdikim jî. Ez çûm Amerîkaya Başûr. Min sê mehan li kolanan li bilûrê da. Min meqamên kurdî li kolanên bajaran lê da.

Xeyala min e ku bi mûzîka xwe çîrokên dengbêjan bi deng û dîmenan pêşkêş bikim.

Harun Eyup Polat

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

Experiences of a Kurdish volunteer in Africa

Weşana paşê

Saadet Party: Kurdish should be one of the official languages in Turkey