Şair Selîm Temo dê li Zanîngeha Boğaziçiyê gotûbêjekê bike

15/11/2024

Lêkoler, helbestkar û akademîsyen Selîm Temo dê li Zanîngeha Boğaziçiyê gotûbêjekê bike bi serenavê Êvareka Helbestkî ligel Selîm Temo.

Gotûbêj bi hevkarîya Zanîngeha Boğaziçiyê Komîsyona Edebîyata Kurdî, tê amadekirin.

Gotûbêj 29ê Mijdarê li Zanîngeha Boğaziçiyê, li Odîtoryuma Îbrahîm Bodur saet 18:00an dest pê dike.

Ji bo beşdarîya vê bernameyê, beşdar divê herî kêm rojekê berîya bernameyê ligel amadekarên bernameyê bikevin têkilîyê. Ji bo têkilîyê, kesên dixwazin, dikarin li ser instagrama buedkurdîyê bikevin têkilîyê.

Lêkoler û şaîr Selîm Temo li ewropayê jî beşdarî çendîn gotûbêj û bernameyan bûye ku ew demekî dirêj e li Parîsê dijî.

Du salan piştî kitêba Temoyî ya bi navê Pûnga li Bajêr, kitêba wî ya dawî ya helbestan 112 Hesp û Xezelek, Cotmeha 2023yan ji alîyê weşanên Darayê ve hat çapkirin ku wî di kitêba xwe da navên 361 hespan anîne û ji wan li ser 112 hespan helbest nivîsîne.

Çendîn helbestên helbestkar Temoyî bo çendîn zimanên bîyanî hatine wergêran.

21 helbestên Selim Temo hatine wergêran bo ingilîzî û ligel zimanê wan yê resen kurmancî, wekî bijarteyekê ji alîyê weşanxaneya Pinsapo ve hate çapkirin.

Selîm Temo li ser hesaba xwe ya Xê dabû zanîn ku bijarteyeka helbestên wî bi navê “Nightlands” ji alîyê Zêdan Xelef ve Alana Marie Levinson-LaBrosse bo ingilîzî hatine wergêran ku edîtorîya wê ji alîyê Öykü Tekten ve hatîye kirin.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji alîyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara Este Paisê da bi sernavê “Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo” (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara Este Paisê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Herwiha, heman mehê, helbesteka din ya Temoyî “Li Roboskê” bo zimanê baskî ji alîyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta “Batirsonekê Nav Kunciyan” ji alîyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran.

Kitêbên Selîm Temo:

Sê Deng (helbest)

Jubile – Toplu Şiirler

Keştiya Bayê (helbest)

Horasan Kürtleri (dîrok)

Çiftlere Cinayet Dersleri (roman)

Punga Li Bajêr (helbest)

Mem İle Zin (wergêr)

Cemal Süreya Şiirinde Beden ve Erotizm (edebîyat)

112 Hesp û Xezelek (helbest)

Türk Şiirinde Taşra (lêkolîn)

Ruhun Bedenî (lêkolîn, nivîsar)

Kürt Şiiri Antolojisi (du cîld)


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin