Şahîya Bavkujîyê û Gîyayên Şêrîn li Hesara Kurdî 

Nıvîskar:
2 weeks berê

Heke deqek gelek deqên dîtir bîne bîra mirovan ew ji hêla malbata wêjeyê ve him jî hêla xwîneran bi xwe ve hesteke hevpar çêdike. Tîm Parks digot wextê xwîner berhemên gerdûnî dixwînin ew bi xwe jî xwe gerdûnî hîs dikin. Merivantîyên bi vî rengî dişibin taxekî ku rû rûçikên mirov û hawirdorê li mirov nas bin. Tevî vê halê xwe yê merivantîhez zêdetir jî bi şiroveya xwe ya nû ya li wê jêderka Rojhilat û Rojava, Hesar û Kûçikên Bavê Min cihê xwe yê di ekolojîya wêjeya cîhanê de dide ragihandin.

***

Di gotara xwe ya bi navê “Rastiya Di Fantaziyê de: Xwendineke Lacanyen li ser Bêhizûriya Bavan di Edebiyata Kurdî”  de Suad Baran di ser çend mînakên edebî re “bêhizurîya bavan” di romana kurdî de vedikole. Li gor qeneata Suad Baran di romana kurdî de, di warê bavitîyê de bêhizurîyeke berbiçav heye. Argûmentên gotarê hiş û hişmendîya me têr dike. Lê tiştê ku ez dixwazim balê bikşînim ser kapasîteya vezelîna van qeneatan e. Ne wekî şablon û ezmûneke amprîk an jî erêkirin lê belê wekî piştrastkirin û pêpawerbûna mirovan şopa wan di hin metnan de dibîne. Carinan di metnên li pey wan têgihiştinên derçûyî de bi xwe jî, dibe ku ew heqîqet xwe bide hesandin. Meseleya bavan jî hîn di edebîyata kurdî de bi awayê ku Suad Baran behs dike wekî bêzhiruyekê, xuyaye wê çendeke din ev şop li ser xwîneran hebe. 

Di romana Hesar û Kûçîkên Bavê Min ya Şêrzad Hesen de, hest û mijara herî xurt bi awakî aşkere û beloq bêhizurîya bavî ye. Him bi hebûna bavî him jî bi nebûna (mirina bavî), her ew bêhizurî serdest e. Ev bêhizurî sê rengên xwe yên taybet hene ku bi hevdu ve girêdayî ne. Yek ji wan rengê takekesî ye, ê duyemîn gerdûnî û yê sêyemîn jî çareserî ye. Rengê takekesî xeta lawikê bavkuj e, xeta gerdûnî babetên kuştina di navbera bav û lawan de ye, xeta çareserî jî kuştina bi çi hawî/rengî ye. Ev rengên hanê yên romanê wekî xerca du pergalên honaka romanê kar dikin. Yek jê ji hêla geometrîk ve mîmarîya honakê ye, ya din jî merivantîya bi wan deqên din e.

Orhan Pamuk di romana xwe ya Kırmızı Saçlı Kadın (Jina Porsor) de behsa du awayên pirsgirêka bav û kuran dike: yek ji wan li Rojava (li Xerbê) yek ji wan jî li Rojhilat e. Li Rojava Odîpûs bavê xwe dikuje, li Rojhilat jî Rustem kurê xwe Suhrab dikuje. Di romana Kırmızı Saçlı Kadın de, di encamê de hosteya xwe ya şûngira hêmayî ya bavê xwe ber bi bext û siûda xwe re dihêle, herwekî dikuje. Bi vê tercîha xwe, Pamuk bi rengê Jamesonwarî (ku digot hemû jî metnên  alegorîk in) Rojava û Rojhilat ji hev dike. Li gorî jêderka wî li Rojhilat bav lawê xwe dikuje, li Rojava law bavê xwe. Di Hesar û Kûçikên Bavê Min de lawik bavê xwe dikuje mîna Odîpûs. Hesar û Kûçikên Bavê Min di vir de vê jêderka Pamuk bi derbekî serobino dike, lê belê xwe bi mîta Odîpûs sînordar nake. Pê re eleqedar e. Bo nimûne di nav mahneyên peyva Odîpûsê de pî heye, werimîna pî hwd. tiştên wereng. Di vê deqê de wextê bav tê kuştin, notirvanê goristanê pê dihese ku wan ew zilam (bav) kuştîye û herweha wekî bertîl yek ji xwişkên wî yên şehwetbaz dixwaze. Wextê li derdora xwişkan digere ji bo neqandina yeka ji wan, pîyê xwe jî li pey xwe kaş dike. Erê ne şakesê romanê belê ev seqetbûna pî di vê çîrokê de wekî hêmayeke girîng dide xuyakirin. Herwekî din li cem Odîpûs kuştina bav û mahrkirina dê bi awakî derhiş e, bêhemdî, bêzanîn hwd., lê belê li Hesarê ev tişt gişt bi zanîn û plankirî ne. Jina herî ciwan ya bavê wî, Rabî bi wahda laşê xwe yê şehwetîn wî han dide ku bavê xwe bikuje. Fantazîya wî ya li ser Rabî, him ji hêla wî him jî ji hêla Rabî ve mişt bi hiş e, ne derhiş e. 

Ferqa herî beloq di navbera her du çîrokan de ji hişî ber bi derhişî ve, ji veşarî an go ji îmayê ber bi aşkereyîyê ve ye. Zulma bavî, wekî falûsê qadirî mutlaq, gelekî aşkere û zelal e. Bavî ji bilî xwe her kes xesandî ye, hew lawikê bavkuj jî xwe wisa dibîne, hew jinên hesarî jî di handana wî de pê li vê damara wî dikin. Jin tev bi qewlê Erotîkaya Arjen Arî “gayînxwaz” in. Abdullah Keskin di hevpeyînekê de wiha digot: “wextekî Helîm Yûsiv çîrokên pirr surreel dinivîsîn. Piştî wan çîrokan, çi dosyeya çîrokan bihata, em bêjin lehengê çîrokê baz dida ser kerê” (Pêngav). Di vir de berojavîya wê jin diçin cem hespan, pisîkên nêr berdidin ser xwe. Balkêş e hesp çend caran derbas bibe jî rengdêr û cins “erebî” ye: hespê erebî. Bav jî çi cure nêr hebe dike ku wan bixesîne heta bi pisîkan. Keçên xwe sinet dike, goştê kilîtorîsa wan davêje ber kûçikan. Li hemberî vê tundîya dijwar, şehweta jinan ewqas li ber çavan mezin dike. Wextê Zuleyxa bi notirvanê goristanê re şa dibe, pêşî keçînîya xwe ji dest dide, dûre ewqas xwîn jê diçe canê xwe jî ji dest dide. Mirina ji ber şehwetê… Xwîna wê piştî çend baranan jî ji keviran nayê şûştin. Piştî Zuleyxayê li goristanê xwişkên din jî didin pey notirvanî da ku bi wan re jî şa bibe.

Çawa ku bi tiştên jorîn şîroveyeke nû li vê jêderka dubendî ya Rojava û Rojhilat, li Rustem û Odîpûs anîne di mijara çareserîyê de jî wisa xuye ye nivîskar şîroveyeke xweser lê dike. Di kuştina lawî de law û bav, di kuştina bavî de bav û law şerî dikin. Di Hesar û Kûçikên Bavê Min de fikreke kollektîf heye. Li hemberî diktatorîya bavî tevkarîyeke biqasî sih jin, bi dehan zarok, hew zarokên ku ji hesarê revîyane bi xwe jî hesteke giran li qehremanîya lawikî bar dikin. Eqlekî komelwarî wekî şahî û merasîmekê di kuştinê de kar dike. Lewra her ku bav ji cihê mirinê radibe, careke din wî zeft û qayim dikin tev bi hev re. Erê lawik derbê kuştinê lê dixe lê ewên dîtir rê nadin şîyarbûna wî careke din. Bavê wî li cihekî wisa dibêje “Her zilamek di hesara xwe de pêxemberek e. Ez dixwazim zû an dereng vê hesarê bikim bajarek.” (23). Şahî û merasîma kuştina bavî derbekî li vê fantazîya bavî ya mêtînger û talanxwaz dixe. Di encamên şer û texeyûlên çîrokên wisa de heke çîrok û mît şîretkar bin di encamê de kesên sax jî birîndar dibin, bo nimûne kor dibin. Mirov dikare nimûneyan zêde bike. Na heke çîroka qehremanîyê be mîtên serdest ên qehremanîyê bi xelatkirinê encam dibin. Lê li vê derê nivîskar wekî şiroveyên jorîn kuştina bavî ne wekî sûcekî ku wî kirdeyî kor bike lê belê wekî pêşgirîya sûcên mezintir lawikî dixe kumbetê, ber gora bavê xwe. Ma ne lawik xwe wekî sîya bavê xwe didît, birayên din jî wekî nêremo û xesandî. Ne dûrî aqilan e ku ew lawik zulmê li zulma bavê xwe zêde bike digel ku motîvasyona wî ya sereke azadbûna serbestkirina xwe û her kesî ye. Hewceyî fikirîna zêde ye, belkî şiroveyek zêde be jî lê ji nankorî, xapandin û bêwefatîyê zêdetir helwesteke profilaktif e zindanîkirina lawikê xelasker. Wextê mirov gotina lawikê hesarî binêre, dibêje “Min hesarek hilweşand an xwe hilweşand? Min bavo kuşt an xwe kuşt” (91) ev ne tenê poşmanî ye bersiveke jî ji bo gotina “her zilamek di hesara xwe de pêxemberek e”. Lewma kuştina bav û xwekuştina “xwe” profilaktifîya li hemberî diktatorîyê wekî helwestekê gelekî anarşîk tîne bîra mirov: redkirina îqtîdarê. 

Wextê mirov di hûrgulîyên çîrokê de diçe û tê, pêdihese ku merivantîya wê ya li gel metnên din ne bi nerîtî lê belê bi awakî înterseksuwalî xuya dike. Bo nimûne xurtbûna têkilîya cinsî bi heywanan re, ketina gorê tevî bavê xwe, zindîbûna mirî Helîm Yûsiv tîne bîra mirovî, li cihekî dirêjîya gavên xwe û yên bavê xwe dide ber hev (pê û Odîpûs em bînin bîra xwe) Perika Selîm Berekat tîne bîra mirov ku wextê zarok û bavê xwe diçûn nêçîrê, di zindanê de wextê lawikê hesarî dibêje “min rizgar bikin”, “min fêr bikin” a wî serokê Hinara Dawî ya Dinyayê tîne bîra mirov, asêbûna di Hesar û Kûçikên Bavê Min de hewl û nekarîna derbasbûna derîyên Şatoya Kafka tîne bîra mirov, mirov bixwaze lê zêde bike belkî heya bi Keleha Şener Ozmen jî merivantîyeke mekanî deyne. Bi ya min heke deqek gelek deqên dîtir bîne bîra mirovan ew ji hêla malbata wêjeyê ve him jî hêla xwîneran bi xwe ve hesteke hevpar çêdike. Tîm Parks digot wextê xwîner berhemên gerdûnî dixwînin ew bi xwe jî xwe gerdûnî hîs dikin. Merivantîyên bi vî rengî dişibin taxekî ku rû rûçikên mirov û hawirdorê li mirov nas bin. Tevî vê halê xwe yê merivantîhez zêdetir jî bi şiroveya xwe ya nû ya li wê jêderka Rojhilat û Rojava, Hesar û Kûçikên Bavê Min cihê xwe yê di ekolojîya wêjeya cîhanê de dide ragihandin.  

Çavkanî

Baran, Suad. “Rastiya Di Fantaziyê de: Xwendineke Lacanyen li Ser Bêhizûriya Bavan di Edebiyata Kurdî de.” Derwaze, h. 3, Adar 2019, rr. 10-29.

Hesen, Şêrzad. Hesar û Kûçikên Bavên Min. Wer. Memê Mala Hine û Imad Shukur Mahmood. Weşanên Dara, 2020.

Keskin, Abdullah. “Rola helbestê ji bere muhîmtir e.” Hevpeyvîner Bawer Ronahî û Ömer Faruk Baran. Pêngav, h. 4, Adar-Gulan 2011, rr. 35-40. [https://www.avestakitap.com]


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û