Ev 9 sal in Kobanê ji destê DAIŞê rizgar bûye.
Sala 2015yan, 4 mehan şerî di navbera hêzên Kurdan û DAIŞê da dewam kir ku di encamê da 26ê Kanûna Paşîna 2015an, saet sisê kêm 10 deqîqeyan Kobanê hat rizgarkirin û Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), hêzên Hevpeymanîya Navdewletî û Pêşmergeyan li hemberî DAIŞê şer kiribû.
DAIŞ sala 2013yan hat damezirandin. DAIŞê di demekî kurt da gelek bajarên Iraq û Sûrîyeyê dagir kirin. Çileya 2014an Reqa û Hezîrana 2014an Mûsilê girt. Paşî Kobanê bû armanca DAIŞê. Kobanê yek ji wan kantonan bû ku piştî şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê ku sala 2011an de dest pê kiribû, ji alîyê kurdan û dostên wan ve hat ragihandin.
Bi hezaran ciwanên kurd beşdarî şerê rizgarîyê bûn û gelek ji wan di wê berxwadanê da canê xwe ji dest dan ku di encama şerî da Kobanê rizgar bû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên DAIŞê destnîşan kirine ku wan li ser “daxwaza Tirkiyeyê” Kobanê hedef girtîye.
Di encama êrişên DAIŞê de wêranîyeke mezin li Kobanîyê çêbû û gelek kes neçar man ku ji bajarî derkevin û koçî hin cih din bikin. Piştî rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê gelek kes vegerîyan bajarên xwe yên wêran û dest bi jîyana xwe kirin.
Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bajar ji nû ve avakirin û dest bi avakirina dam û dezgehên xwe kirin.
Dema şer di navbera hêzên kurd û DAIŞê da berdewambû û şervanên kurd li ber xwe dida ji bo parastina axa xwe, Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan 7ê Çirîya Pêşîna 2014an gotibû, “Kobanî ha ket, ha dikeve.”
Aniha jî gelek caran ji ber eger û hincetên cuda Tirkîye êrişî Rêveberîya Xweser dike û dam û dezgeh û binesazîyên wan dike armanc û bomberan dike.
Şervanekî YPGyê 26ê Kanûna Paşîna 2015an rizgarbûna Kobanîyê û ketina DAIŞê bi gotinên, “Saet sisê kêm deh deqîqe, Kobanî Rizgar bû” ragihand.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.