Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandiye ku hêzên wan bajarê Kherson ê li başûrê Ûkraynayê bi dest xistine.

Ger were piştrastkirin ku bajar ketiye, Kherson dê bibe bajarê herî mezin ê Ukraynayê ku heya niha ji hêla hêzên Rûsyayê ve hatî girtin.

Şaredarê Khersonê Îgor Kolikhayev gotiye ku leşkerên rûs ketine bajêr û îstasyona trênê û benderê xistine bin kontrola xwe.

Çavkanî: BBC

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!