Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Rûsyayê li Ûkraynayê operasyona leşkerî daye destpêkirin

24/02/2022

Serokê Dewleta Rûsyayê Putin ragihandiye ku wan li rojhilatê Ûkraynayê, li Donbasê operasyona leşkerî ya taybet dane destpêkirin. 

Piştî ku Rûsya li Donbasê serxwebûna du rêveberiyên xweser nas kir vê sibehê li herêmê leşkerên Rûsyayê dest bi operasyonê kirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin serê sibê zû axaftina bangkirina ji bo netewê kir.

Putin bi bîr xist ku Donbas alîkariya leşkerî dixwaze û wiha got: “Li gorî vê yekê min biryar da ku operasyoneke leşkerî ya taybet organîze bikim. Armanca operasyonê ew e ku kesên ku ev 8 sal in ji aliyê rejîma Kîevê ve rastî destdirêjî û qirkirinê tên bên parastin. Em ê hewl bidin ku kesên ku hejmareke mezin ji tawanên xwînrêj li dijî sivîlan, di nav de hemwelatiyên Federasyona Rûsyayê jî hene, bên dadgehkirin û herwiha em ê Ûkrayna ji Nazîzm û mîlîtarîzmê rizgar bikin.” 

Putîn di axaftina xwe de destnîşan kiriye ku tu armanceka wan a dagirkitinê tune ye.

Piştî axaftina serokê Rûsyayê Putîn hat ragihandin ku li gelek bajarên Ûkraynayê ku paytext Kîev jî di nav de ye dengê teqînan tê. Ji bilî Kîevê, li bajarên Kharkov, Kramatorsk, Mariupol, Mykolaiv û Odessa li pey hev teqîn pêk hatin. 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê*

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan