Rûsyayê êrîşeka fûzeyî li Qada Azadîyê ya bajarê Kharkovê pêk anîye; bi dehan mirî hene

01/03/2022

Rûsyayê vê sibehê bi fûzeyê êrîşî Qada Azadîyê ya bajarê Kharkovê kiriye. Qad li navenda bajêr e nifûseke zêde li navendê dijî.

Serokkomarê Ukraynayê Volodymir Zelensky bombebarana Kharkovê wek sûcê şer bi nav kir.

Wezareta Karên Navxweyî ya Ukraynayê ragihand ku di encama teqînê de bi dehan kes mirin û tê gumankirin ku avahiyên niştecihbûnê yên li Kharkovê di hedefa wan de bûye.

Volodymir Zelensky, di şîroveyên xwe yên beriya êrîşa dawîn a li navenda Kharkovê de, got ku şahidên bûyerê yên bi qestî hedefgirtina sivîlan hene.

Zelensky derengê şevê xîtabî gelê Ukraynayê kir û got, “Ew eşkere sûcê şer bû. Bajarekî aram e. Tesîsên leşkerî li vî bajarî tune ne. Bi dehan belgeyên şahidan nîşan didin ku ev gulebarana yek carî xelet nebû, lê bi zanebûn bû. mebesta tunekirina mirovan bû. Rûsan dizanibûn ku li ku derê gulebaran dikin.”

Bajarê Khrkovê yê li bakurê rojhilat di çend rojên borî de rastî şer û bombebarana asmanî ya dijwar hatibû, bi 1.6 milyon niştecihan, Kharkov duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye. Kharkov ji bo berevanî û hilberîna teknolojiya welêt bajarek girîng e.

Çavkanî: BBC


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

“Mûma” kargeha mûman, karê jinan

Weşana paşê

Em Çi Dixwînin: Rênas Jiyan – Stranên Sor Niviştên Mor

Te hay ji vê heye?

Aleksander Lavrentyev: Em êrişên Tirkîyeyê qebûl nakin

Nûnerê taybet ê serokê Federasyona Rûsyayê

Li Herêma Omsk a Rûsyayê dê Festîvala Çanda Kurdî bê lidarxistin

Wezareta Çandî ya herêma Omskê di

Polonya: Wagner nêzî sînorên me dibe

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir

Polonya dê 4 balafirên şerê bişîne Ukraynayê

Polonyayê ragihand ku ewê 4 balafirên