Rûken Yilmaz dê di 27ê Gulanê da li Îzmîrê konserekê bide

  • 07/05/2023
Rûken Yilmaz dê di 27ê Gulanê da li Îzmîrê konserekê bide
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

07/05/2023

Hunermend Rûken Yilmazê dê li Îzmîrê bi hezkiriyên xwe ra bê gel hev.

Konser dê di 27ê Gulanê di seat 20:00an da li Navenda Çand û Hunerî ya Nazim Hîkmetî li dar bikeve.

Hunermend Yilmazê li her hesabên xwe wêneyê konserê belavkiriye û ev peyam weşandîye:

“27ê Gulanê li Îzmirê konsera me heye. Em li benda wene☺️

Rûken Yilmaz Kî ye?

Rûken Yilmaz Muzîsyen e. Ji Dihê ya Sêrtê ye. Li Stenbolê ji dayik bûye. Di dema xwendina Lîseyê de dest bi muzîkê kiriye. Di wan salan de beşdarî Koma Asiyan bûye. Paşê beşdarî xebatên NÇMyê bûye. Albûmeke wê ya bi navê Zelî heye. Her weha çendîn klîp û sîngle weşandine. Beşa Mamosteyiya Muzîkê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye.

%d