Ruhavioğlu: Nifûsa kurdan zêde dibe, lê yên bajarên wan kêm dibe

Saziya Statîstîkan a Tirkîyeyê beriya çend rojan daneyên koçberîyê yên 2022yan eşkere kiribû.

Li gorî wan daneyan li Tirkîyeyê di sala 2022an da herî zêde tevgera koçberîyê di nava ciwanan da çêbûye. 643 hezar û 998 ciwanên emrê wan di navbera 20-24 salî da ne koçî bajarekî din kirine.

Her wiha ne tenê ciwan, gelek kes jî bi hincetên cuda bajarên xwe terikandine. Li gorî van daneyan koçberîya herî zêde di nav kurdan da pêk hatiye.

Li gor lêkolîner û dîrektorê Navenda Lêkolînên Kurdî (Kurdish Studies Center) Reha Ruhavioğlu, kurd ji bajarên xwe ber bi bajarên Tirkîyeyê ve bi berdewamî di nava tevgereka da ne. 

Lêkoler Reha Ruhavioğlu / Wêne: Ekrem Yıldız

Ruhavioğlu li ser koçberîya ji bajarên kurdan dibêje, “Nifûsa kurdan zêde dibe lê yên li bajarên ku ew lê dijîn kêm dibe.”

Tevî zêdebûna rêjeya jidayikbûnê, nifûsa kurdan çima li bajarên wan kêm dibe?


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


“10 bajarên ku herî zêde mirov jê koç dikin, 7 ji wan bajarên kurdan in”

Li gorî daneyên TÜİKê, li Tirkîyeyê ji 10 bajarên ku herî zêde mirov jê koç dikin, 7 ji wan bajarên kurdan in. Em jî lêkolînên xwe li ser bajarên, Semsûr, Agirî, Çewlîk, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex, Erdexan û Îdirê dikin ku hejmara kurdan li wir zêde ye. Li gor lêkolînên me li van bajaran di nava 5 salan da 500 hezar kesan koçî bajarekî din kirine û venegerîyane. Di 5 salan da nifûsa li 18 bajaran tenê 250 hezar zêde bûne. Lê di rastîya xwe da li van bajaran rêjaya jidayikbûnê di asta herî bilind da ye. Divê ev reqem zêdeyî milyonekî bûya. Lê ev tişt jî nîşanî me dide ku kesên digihijin emrekî, êdî bajarê xwe diterikînin û diçin bajarekî din yê Tirkîyeyê. Em dikarin bibêjin ku ji Kurdistanê ber bi Tirkîyeyê ve koçek heye. Nifûsa kurdan li bajarên Tirkîyeyê zêde dibe, lê li bajarên wan zêde nabe.

Ji bajarên kurdan ber bi bajarên Tirkîyeyê ve koçberî ji sedî 30 zêde bûye

Bo mînak li gorî daneyên TÜİKê yên sala 2022an yek ji bajarên ku herî zêde zarok lê tên dinê Şirnex e. Lê ji ber ku mirov nikarin li wir ji xwe ra karekî peyda bikin, ango baş perwerde bibin, bajarê xwe diterikînin. Di nava 5 salan da li Tirkîyeyê ji 100 kesên ku koç kirine, ji sedî 14ê wan kurd bûn. Îro jî ev hejmar bûye ji sedî 18. Ev jî tê wê maneyê ku ji bajarên kurdan ber bi bajarên Tirkîyeyê ve koçberî ji sedî 30 zêde bûye. Lê rêjeya kesên ku koçî wan bajaran kirine neguheriye. 

Gelo kî diçe û ji ber çi diçe?

Temenê nîvê 100 koçberan di navbera 15-30 da ye. Di esasa xwe da yên koç dikin û di nava tevgerê da ne ciwan in. Bi qasî em lekolînan dikin, taybet ciwan diçin. Li ser çûna wan 3 faktor hene. Ya yekemîn diçin cem malbata xwe û xizmên xwe, ya duyemîn ji bo kar diçin û ya seyemîn jî ji bo perwerdehîyeka baş diçin bajarekî Tirkîyeyê. Lê ne tenê ciwan her kes koç dike. Yên dikarin bixebitin diçin, yên jiyaneka baştir dixwazin, yên dixwazin di nava şert û mercên baştir da bixebitin rêya koçberîyê dipejirînin. Her wiha ji bo perwerdehîyeka baş jî xwendekarên li van bajaran koçî bajarên din dikin. Ji ber ku nikarin xwendineka baştir li van bajaran peyda bikin.

“Li van bajaran dê mirovên bikalîfîye û şareza nemînin”

Lêkolîner Ruhaviğolu diyar dike ku hem kesên xwende hem jî yên nexwende bajarên xwe diterikînin. Li gor Ruhavioğlu heta ku pêşîya vê yekê neyê girtin ango sedemên çûna wan kesan ji holê nayê rakirin dê koçberîya ber bi bajarên Tirkîyeyê ve berdewam bike. Di encama vê yekê de dê li Kurdistanê mirovên bikalîfîye û şareza nemînin.

Nivîskar/rojnameger
Gulistan Korban
Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.