RTUKê di derbarê gelek kanalan da dest bi lêpirsînan kiriye

RTUKê di derbarê gelek kanalan da dest bi lêpirsînan kiriye
RTUKê di derbarê gelek kanalan da dest bi lêpirsînan kiriye
Botan Times
  • 30 Mayıs 2023 09:36

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyon (RTUK) ê Halk TV, Tele 1, KRT, TV 5, Flaş Haber û Sozcu TV jî di nav da, di derbarê gelek kanalan lêpirsîn da destpêkirin.

Sedema vekirina lêpirsînan ev e ku wan kanalan di Hilbijartina 28ê Gulanê da weşanên hilbijartinê kirine.

RTUKê daxuyanîyeka bi niviskî weşandiye:

Piştî ragihandina sindoqan û eşkerekirina encaman li ser HALK TV, TELE 1, KRT, TV 5, FLASH NEWS û Sözcü TVyê ji alîyê temaşevanan ve gilî hatin kirin. Di wan qenalan da axaftinên heqaretî hene û gelê me tehrîk dikin.