RSFyê projeya “Çavdêrîya li Propagandayê” daye dest pê kirin

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di 30ê Îlona sala 2024ê de projeyeka nû ya bi navê “Çavdêrîya Propagandayê” pêk aniye.

Armanca projeyê

Armanca vê projeyê ew e ku rê û rêbazên propagandayê eşkere bike. Bi vê projeyê RSF dixwaze li dijî propagandayê û belavkirina agahîyên çewt/xelet têbikoşe.

Naveroka projeyê

Di projeyê de lêkolînên taybetî, hevpeyvînên girîng û profîlên propagandîstên navdar hene. Herwiha RSF rêyên çareserîyê jî pêşniyar dike da ku li hemberî propagandayê were sekinandin.

Demsala yekem a projeyê li ser propagandaya Rûsyayê ye. Di vê çarçoveyê de, RSF bi taybetî li ser RT, kanaleka dewletê ya Rûsyayê, disekine. RT di belavkirina agahîyên çewt ên Kremlînê de roleka girîng dilîze.

Girîngîya projeyê

Ev proje ji bo parastina mafê agahîyên pêbawer girîng e. RSF dibêje ku ev maf li seranserê cîhanê di bin xetereyê de ye. Proje dixwaze nîşan bide ka propagandaya çawa tê afirandin, belavkirin û guhertin.

Beşên projeyê

Di projeyê de çend beş hene:

  • Lêkolînên nû
  • Hevpeyvînên bi pisporan re
  • Profîlên propagandîstan
  • Rêyên çareserîyê

Bi vê projeyê, RSF dixwaze hem biryardar hem jî gel li dijî propagandayê hişyar bike.

Komîteya rêveber

Projeyê komîteyeka rêveber a navneteweyî heye. Di vê komîteyê de akademîsyenên ji welatên cida wek Fransa, Senegal, Slovakya, Sirbistan, Kolombiya û Macaristanê hene.

Projeyên din ên RSFyê

RSF bi vê projeyê re projeyên xwe yên din ên li dijî propagandayê jî dimeşîne. Yek ji van projeyan “Svoboda” ye ku ji 4.5 milyon malên li Rûsyayê û 800 hezar malên li herêmên dagirkirî yên Ukraynayê re derfeta gihîştina çavkanîyên agahîyên pêbawer dide.

Çavkanî: Rojnamegerên Sînornenas (RSF)


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Mêran di Îlonê de 33 jin kuştin

Weşana paşê

Recai Kutan miriye