RSFyê li Beyrûtê navendeka Çapemenîya Azad ya Herêmî ava kir

23/03/2024

Şer li Gazzeyê: RSFyê li Beyrûtê navendeka Çapemenîya Azad ya Herêmî ava kir.

Rojnamegerên Sînornenas (RSF), li paytexta Libnanê Beyrûtê navendeka çapemenîya azad vedike. Ev navend, di serî da ji bo ew kesên li Gazzeyê şerî dişopînin; ji bo ku rojnamegerên li herêmê û sazîyên medyayan bi awayekî ewle karê xwe bidomînin û bi mebesta temînkirina ekîpmanên pêwîst, alîkarî û dabînkirina çavkanîyan tê avakirin.

RSF, ji bo ku alîkarîya rojnamegerên li herêmê bike, yên ku di bin tesîra şerê li Gazzeyê mane, 21ê Adarê li Beyrûtê navendeka nû ya çapemenîya azad vedike. Piştî ku Rusya 2022yan Ukraynayê dagir dike du navend tên vekirin û paşî ev teşebusa RSFyê derdikeve meydanê. RSF balê dikêşe ser rijdîya biryara xwe, ji bo ku zor û zehmetîyên bi serê profesyonelên nûçeyan yên sazîyê tên zû ji ser xwe biavêjin. 

Navenda li Beyrûtê, li Rojhilata Navîn duryaneka herêmî ye ji bo medyayê ku ew navend dsetkeftîyên înternetê di nav xwe da dihewîne. Ev navend derfetên xebatê pêşkêşî rojnamegeran dike. RSF û partnerên wan yên herêmî dê perwerdeya fizîkî û ewlehîya dîjîtal bidin, bi taybetî jî dê bidin wan kesan yên ku dixwazin biçin Filistînê.

Ligel alîkarîya psîkolojîk û hiquqî, herwiha dê ji bo herêmên bitalûke ekîpmanên ewlehîyê yên wekî ‘êlekên ku fîşek tê naçin, kask, kîtên tendusristîye û hwd’ bên dayîn.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha