RSFyê bîlançoya 2023yan belav kir

RSFyê bîlançoya 2023yan belav kir
RSFyê bîlançoya 2023yan belav kir
RSF Rojnamegerên Sînornenas

Digel ku trajedîya Xezzeyê jî rû da, sala 2023yan hejmara rojnamegerên têne kuştin ket.

RSFyê di bîlançoya xwe ya 2023yan da, da zanîn ku bi giştî 45 rojnameger li ser karê xwe hatine kuştin ku 13 ji wan li Xezzeyê mirine. Li gorî sazîyê, ji yekê Berfanbarê, tesîra “di nava salê da bi awayekî berdewam rojnameger têne desteserkirin û tehlîyekirin” jî heye ku hejmara rojnamegerên desteserkirî ketîye 521an, li Îranê (-24) û li Tirkîyeyê jî (-23). Li Tirkîyeyê 43 rojnameger ketine girtîgehan.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), di bîlançoya xwe ya îsal da ragihand ku li cîhanê 521 yek rojnameger ji ber agahdakirina raya giştî desteserkirî ne û ji van herî kêm 13 li Xezzeyê, bi giştî 45 rojnamger hatine kuştin. Sazîyê ragihand ku 9 rojnameger ji ber dûçûna sûcên rêxistinî û 6 jî ji ber dûçûna karên gendelî hatine wendakirin.

Sazîyê da zanîn ku digel ku kesên ku têkilîyeka rasterast ligel pîşeyên wan nehatîye tespîdkirin jî hejmara rojnamegerên li Xezzeyê hatine kuştin 56 e. RSF balê dikêşe ser ji %8 kêmbûna desteserkirin û cînayetên li Xezzeyê û dide zanîn ku li cîhanê 54 temsîlkarên medyayê rehîn û 84 jî wenda ne.

Mirinê li hemberî tedbîr û bêcezatîyê tekoşîna xwe kir

Li gorî RSFya ku navenda wê li Parîsê ye sala 2022yan 61 rojnameger hatine kuştin ku herî dawî ev hejmar sala 2002yan (33) ev qas kêm bûbû. Herî zêde mirin jî, sala 2012 û 2013yan wexta ku şer li Surîye û Iraqê geş bû hejmara mirîyan bûbû 140.

Van 5 salên dawîyê gav bi gav kêmbûna rojnamegerên li ser karê xwe têne kuştin, dikare bi qismen zêdebûna ewlehîya rojnamegeran û lipeyxwehiştina şerê di navbera salên 2003 û 2022yan li Surîye û Iraqê bê ravekirin ku wê serdemê nêzîkî 600 rojnameger li ser karê xwe hatine kuştin.

Delorire: Me ji bo Xezzeyê serlêdan bo UCMyê kir

Îsal, ji 45 rojnamegeran 23 li herêmên şer û ji van 17 jî di şerê Îsraîl-Hamasê da hatin kuştin. Sekreterê Giştî yê RSFyê Christophe Deloire li ser kuştina 13 nûçegihanan got: Li Xezzeyê rojnameger wekî sivîl bedelekî mezin didin.

Li Xezzeyê rojnameger wekî sivîl bedelekî mezin didin. Em dibînin ku ji ber karê xwe gelek rojnameger hatine kuştin: Herî kêm 13 kesan li herêmeka gelek biçûk canê xwe ji dest dane. Me şîkayeta xwe bo Mehkemeya Cezayî ya Navneteweyî (MCN) (International Criminal Court) kir ji bo ku rastîya meseleyê derxin holê û bê tesbîdkirin ka çawa rojnameger bi zanebûn hedef tên girtin. Lê bi giştî tê dîtin ku daketineka berbiçav ya rojnamegerên li ser karê xwe têne kuştin heye. Ev daketin ya serdemeka dirêj e. Çima? Em dikarin van bijmêrin: Ewlehîyên li navendên nûçeyan tên girtin, perwerde û tehsîskirina ekîpmanên parastinê, baldarî, tesîra têkoşîna li dijî bêcezatîyê û falîyeta têkilîyên di navbera sazîyên hikumetan da.

Tirkîye û Îran: Her tim desteser dikin û berdidin

RSf daketina hejmara 569 rojnamegerên desteserkirî yên li cîhanê wiha rave dike: Li Îran (-24) û Tirkîyeyê (-23) li gorî par ji 1ê berfanbarê heta niha kêmtir rojnameger hatine girtin. Navê van her du welatan di nav “sê welatên herî zêde rojnamegeran desteser dikin” da cih negire jî nayê wê wateyê ku wan rojnameger desteser nekirine.

Rastî ev e ku rêveberîya bizext a li Îran û Tirkîyeyê li ser desteserkirin û berdana rojanmegeran hatîye avakirin. Sala 2023yan li Tirkîyeyê 43, li Îranê 58 rojnameger ketine girtîgehan. Ji 569 rojnamegerên desteserkirî 258 li Çînê (Hong Kong jî tê da), Mynmar, Belarus û Vîetnamê cih digirin.

Tirkîye: Desteserkirina berbelav ya bi nîyeta têk birinê.

RSF destnîşan dike ku rojnamegerên kurd ji bo îqtîdarê “Hedefên Taybet” in. RSFyê dîyar kir ku sala 2023yan 43 rojnameger li girtîgehên Tirkîyeyê mane, 7 ji wan ji 1ê Berfanbarê heta niha girtî ne û ji van 4 kes wekî “desteserkirîyên bitedbîr” hatine berdan. RSF derbarê desteserkirinan da wiha gotîye: Ev hejmar dîyar dikin ku bi nîyeta desteserkirina berbelav ya têk birinê hatine kirin”

Sazîyê ragihand ku wekî berdewamîya pêvajoya 2022yan, herî kêm 13 rojanmegerên kurd Nîsana 2023yan berî hilbijartinan hatine desteserkirin ku gelek ji wan paşî hatine tehlîyekirin.

Di desteserkirinê da faktora “rojnamegerên jin”

Li cîhanê, ji 1ê Berfanbarê heta niha 67 rojnamegerên jin li girtîgehan bûn ku gelek ji wan sala 2023yan hatine girtin. Di vê çarçoveyê da Çîn, Belarus û Mynmarê çawa ku di desteserkirna rojnamegerên mêr da serkêşî dikirin, di desteserkirina rojnamegerên jin da jî dîsa ew li pêş in. Belarusê 39 rojnameger girtine ku ji wan 10 jin in. Li Rojhilata Navîn jî Îran yek ji wan welatan e ku rojnamegerên jin tuşî zexteka mezin hatine.

Li gorî bîlançoya RSFyê, li cîhanê, rojnamegeran ji 8 cezayên herî giran 6 ceza jinan wergitine: Li Myanmarê Sai Zaw Thaike 20 sal, li Çînê xu Zhiyong 14 sal, li Îranê Niloofar Hamedî 13 sal, li Belarusê Maryna Zolatova û Lioudmila Tchekina 12 sal, dîsa li Îranê Elaheh Mohammadî 12 sal, li Burundîyê Florina Irangabiye 10 sal û li Belarusê Valeriya Kastsiouhova 10 sal cezayê girtine xwarine.

Li Îranê piştî mirina Masha Amini (16yê Îlona 2022yan), 35 rojnamegerên jin xwestîye çalakîyên hereketa Jin Jîyan Azadîyê bikin nûçe û ji wan 5 kes (Elaheh Mohammadî û Niloofar Hamedî jî tê da) hatine desteserkirin ku hêj di girtîgehê da ne.

Li cîhanê 54 rojnameger rehîn in: 38 ji wan li Sûrîyeyê ne

Bîlanço, behsa 54 rojnamegerên rehîn dike û îsal 7 rojnameger hatine revandin ku di bîlançoyê da hatîye destnîşankirin ku 2 ji wan hêj di destê wan rêxistinan da ne: Li Malîyê Saleck Ag Jiddou û Moustapha Kone û Rojnamegerê Fransiz Oliver Dubois piştî li vî welatî têne berdan çend mehan şûnde 7ê Mijdarê li bakurê welatî têne revandin. Ji rojnamegeran 38 kes li Sûrîyeyê, 9 kes li Iraqê, 4 li Yemenê û 1 jî li Meksîkayê rehîn in.

https://rsf.org/en/rsf-s-2023-round-45-journalists-killed-line-duty-worldwide-drop-despite-tragedy-gaza

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et