Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji bo darizandina kuştina nivîskarê Siûdî Cemal Kaşikcî û rewşenbîrê Kurd Musa Anter, beriya rûniştina dozên din, bang li rayedarên Tirk dike ku hemû kesên ku di kuştina van rojnamevanan de weke sûcdar cih girtine, bên darizandin. plansaz an jî teşwîqkar û ji bo bidawîkirina bêcezabûnê gavên lezgîn bavêjin.
Di 23yê Mijdarê de, rûniştina pêncemîn a doza kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikcî li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê pêk hat.
Di her du danişînên dawî de, dadgehê daxwazên hevjîna Kaşikcî Hatîce Cengîz red kir ku rapora îstîxbarata Emrîkî ya nepenîkirî qebûl bike, ku di destpêka vê salê de hate weşandin û Welîehdê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman berpirsê erêkirina kuştina Kaşikcî dibîne. Di her du danişînan de jî dadger diyar kir ku ev rapor “dê tu tiştî nede darizandinê” û ji Cengîz re jî hat gotin ku divê vê daxwazê rasterast bişînin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê.
Di doza ku di 3yê Tîrmeha 2020an dest pê kir de, 26 bersûcên ku bi awayekî negirtî têne darizandin hene – hemî jî hemwelatiyên Siûdî ne. Heya niha dadgehê li îfadeyên gelek şahidan guhdarî kiriye, di nav wan de 3 xebatkarên Tirk ên Konsulxaneya Erebîstana Siûdî hene. Konsulxaneya ku Kaşikcî di 2yê Cotmeha 2018an de lê hatibû qetilkirin.
Nûnerê Tirkîyeyê Erol Onderoglu ku RSF yekane saziya sivîl a ku ji destpêkê ve bi berdewamî van pêvajoyan dişopîne ye got: “RSF pêvajoyên ku diqewimin ji hêla dadweriya Tirk ve weka gaveka erênî dibîne. Lê belê ev rastiya ku dozgerî û dadgehê heta niha tu şopên muhtemel ên ku kuştinê bi Welîehdê Siûdî ve girêdide neşopandine, ji bo pêkanîna edaletê metirsîdar e û ev yek jî dike ku gumana gelo bi rastî jî dadweriya Tirk bikaribe edaletê pêk bîne an na diêxe dilê wan. Nûnerê RSF’ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu got.
Piştî weşandina rapora îstîxbarata Emrîkî ya kudi derbarê kuştina Kaşikcî de hate weşandin, RSFyê li Almanyayê gilîyê sûc li dijî Mihemed Bin Selman û 4 rayedarên payebilind ên Erebistana Siûdî kir, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên ku di çewsandina wan a berfireh û sîstematîk a li dijî rojnamegeran de, Cemal Kaşikcî jî di nav wan rojnamegeran de ye.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Doza Kuştina Musa Anterî
Di 24ê Mijdarê de, tenê rojekî piştî rûniştina din a doza kuştina Kaşıkcî, dê doza kuştina rewşenbîrê kurd ê navdar û qunciknivîsê rojnameya Ozgur Gundemê Musa Anter li dadgeha Enqerê bê dîtin. Di doza Musa Anter, ê ku di Îlona 1992an de li Amedê hat qetilkirin, ev 29 sal in edalet cîyê xwe nabîne û ji bo ku doz ji wextî bikeve jî ji salekê kêmtir dem maye.
Di rastiyê de, di sala 2012an de qanûnên berê yên sinorkirinê hatibûn dorpêçkirin. Piştî 20 sal bêçalakîtiyê, desthilatdaran di kêliya dawî de -bi îşaretekê ji tevgera siyasî ya Kurd re di destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên dîrokî yên bi PKKyê re, ev doz xilas kir. Lê ji ber ku hevdîtin di sala 2015an de hatin qutkirin, pêvajoya darazê jî rawestiya. Yek ji bersûcên sereke, çawişê pispor ê berê Mahmut Yildirim, nayê dîtin. Lêpirsîn hîn li ajanê berê Abdülkadir Aygan ê ku reviyaye Swêdê, nehatiye kirin. Tekane gumanbarê ku di sala 2012an de hatibû girtin Hamît Yildirim, di Hezîrana 2017an de bi şert hatibû berdan.
Dewleta Tirkîyeyê di sala 1998an de sûncê xwe yê qetilkirina Anter de nas kir û poşmaniya xwe anî ziman, lê dîsa jî edalet pêk nayê. Doza cînayeta Anter hem dema geşedanên lêpirsînê û hem jî dema taloqkirinê li ser pêvajoya darazê ya li Tirkiyeyê di bin bandora siyasî de ye.
RSF ji dadweriya Tirkiyê daxwaz dike ku di Doza Anter de ‘edeletê pêk bîne, bêyî ku vê dozê di bin sîya sîyasetê û rojevê de bihêle. Li Tirkiyeyê, ku ji salên 1990î û vir ve nêzî 40 rojnameger hatin kuştin û windakirin, bêcezabûna sûcên li dijî rojnamegeran pirsgirêkek hevpar e. Di 20 cînayetên ku di navbera salên 1990-1996an qewimîn de hîn jî edelet pêk nehatiye. Hevkar, teşwîqkar an plansazên cînayetan jî hîn derneketine pêşberî dadger.
Tirkiye di Indeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya sala 2021an a RSFyê de di nav 180 welatan de di rêza 153an de ye û Erebîstana Siûdî jî di rêza 170an de ye.