RSF: Rojnamegeran hem ji erdhejê hem jî ji zextan êş dît

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di yekemîn salvegera erdhejê da, derbarê erdhejê da raporek belav kir.

Temsîlkarê RSFyê Tirkîyeyê Erol Önderoğlu, 40 rojnamegerên ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan da canê xwe ji des dane bi bîr xist.

Önderoğlu dibêje: Li herêmên erdhejê ji ber ku sazîyên raya giştî dereng organîze bûn, mixabin rojnamegerîya erdhejê û ji ber gumana mudaxeleya vegotinê gelek temsîlkarên medyayê maruzî êrişa fizîkî û (dezenformasyon) desteserkirinan bûn. Hat dîtin ku ev lêpirsîn keyfî ne û piranî jî ji ber neşopandinê qewimîne. Ev tecrubeyên biêş, parçeyek ji hazirîyên erdhejê ne ku bo aktorên raya giştî di şert û mercên erdhejê da, giringîya rojnamegerîyê û ragihandineka teqûz destnîşan dike.

Önderoğlu da zanîn ku sazîyên raya giştî, rojnamegeran (rojnamegerên di şert û mercên zehmed da dixebitin) parçeyek ji pirsgirêkê dibîne ku vê yekê bi xwe ra gelek zext û zordarî jî anîne.

Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times