Salek di ser mirina Jîna Mehsa Emînîyê ra bihurî. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bîlançoya zextên li ser rojnamegerên Îranê eşkere kir ku ji roja mirina Jîna Emînîyê ve didome. RSFyê dîyar kir ku di salekê da 79 rojnameger hatine girtin û ew herwiha daxwaza berdana wan rojnamegeran dike.
RSF dibêje piştî mirina Jîna Emînîyê rojnameger tûşî “zextên hovane” bûne
Jîna Emînî ji qerekolekê mirî derket û dû re RFSyê da pey protestoyên civakî yên piştî wê bûyerê qewîmin. RSF ragihand ku di wan protestoyan da 79 rojnamger hatine girtin û 12 ji wan bi awayekî “xirab/şikestî” hatine berdan. “Rejîma Îranê, li hember rojnamegeran mueyîdeyeka rasteqîn pêk aniye ku ji cezayên mueyîde yên muxtelif pêk tê.”
Di salekê da 31ê wan ji bi temamî 79 rojnameger hatine girtin
Di protestoyên Îranê da 31 rojnamgerên jin hatine girtin. Sala dawî, Îran ji bo jornamgerên jin bû yek ji girtîgeha herî mezin ya cîhanê. Rojnamegerên jin pirî caran ji ber hincetên wekî “propagandaya dijî dewletê”, “xwepêşandanên neqanûnî” û “hevkarîya li gel welatekî dijmin” hatine girtin. 24 rojnamegerên jin li Îranê di protestoyên Jîna Emînîyê da hatibûne girtin.
Wergera ji tirkî Yonca Sarsılmaz
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.