RSF: Piştî 284 rojan rojnameger Mortaza Behboudi hatiye berdan

Rojnameger Mortaza Behboudi, ku ev 284 roj in li Afganîstanê zîndanî bû, hatiye berdan.

Dadgeha Talîbanê piştî 284 rojan biryara berdana rojnamegerî daye.

Rêxistina Rojnamgerên Sînornenas keyfxweşîya xwe diyar kiriye û berdana Mortaza Behboudiyî wekî “dawîya zehmetîyên biêş” bi nav kiriye.

Mortaza Behboudi 7ê Çileyê 2022yan li Afganîstanê ji ber hinceta “piştgirîya neqanûnî ya bîyanîyan” hatibû girtin.

Nivîskar/rojnameger
RSF Rojnamegerên Sînornenas
Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.