Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

RSF: Li Rojhilata Navîn bo Rojnamegerîyê “Hefteyeka Bixwîn”

Wêne: RSF

Li ser destpêka şerê Israîl û Hamasê ra ji hefteyekê zêdetir wext derbas bû.

Li gorî nûçeya RSFyê, li herema şerî bi giştî deh rojnameger hatine kuştin ku ji wan rojnamegeran 7 kes li Libnan û Gazzeyê karê xwe dikirin.

Berîya mirina rojnamegerê Reutersê Issam Abdallah ku li ser sînorê başûrê Libnanê mir, dema Israîlê Gazze bombebaran dikir 6 rojnameger hatibûn kuştin.

Mohammed Abou Matar, Saïd al-Tawil, Mohammed Soboh, Hisham al-Nawajha, Ibrahim Lafi, Mohammad al-Salihi û Issam Abdallah hin ji wan peyamnêr, edîtor û xebatkarên medyayê bûn ku ew di dema şerî da hatine kuştin.

Di bombebarana 13ê Cotmehê da ji xebatkarên tîma Reutersê Thaer Al-Sudani û Maher Nazeh, ji AFPyê Dylan Collins û Christina Assi û ji kanala Al Jazeerayê Carmen Jokhadar û Elie Barkhya birîndar bûne û rewşa wan xeternak e.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan