RSF: Li Îranê 55 rojnameger ji ber karê xwe hatine girtin

RSF: Li Îranê 55 rojnameger ji ber karê xwe hatine girtin
RSF: Li Îranê 55 rojnameger ji ber karê xwe hatine girtin
RSF Rojnamegerên Sînornenas
  • 23 Ocak 2023 20:21

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihandiye ku Komara Îslamî ya Îranê 3 jinên rojnameger ên dî jî girtine.

Bi vê yekê hejmara jinên rojnameger ên girtî bûye 16. Ji destpêka xwenîşandanên Jîna Emînîyê ve, yanî ji meha Îlonê ve heta niho 55 rojnameger ji ber xebatên medyayê hatine girtin. 

Ji van rojnamevanan 27 kes di girtîgehê de ne, yên dî jî bi şert hatine berdan û li benda cezayê xwe ne. 

RSF bang li rayedarên Îranê dike ku demildest rojnamegerên girtî serbest berdin û hemû sûcên derbarê wan de betal bikin.

Melîke Haşimî ya ku ji bo Shahr News Agency kar dikir, li ser gazîkirinê 21ê Kanûna Paşiyê çûye Girtîgeha Evînê. Ew der bi navekê xerab navdar e. Paşê 22yê Kanûna Paşiyê jî Mehrnoush Zarei û Saeede Shafiei çûne. 48 seetan agahî ji wan nehatiye standin.

Nûçe û wêne: RSF

Wergêr: Murat Bayram