Di 10 salên Serokkomarîya Erdoğan da, 5 rojnameger hatin kuştin, herî kêm 131 rojnameger hatin desteserkirin, bi sedan kes ji ber karê xwe hatin darizandin, ji wan 77 kes ji ber “heqareta li Serokkomarî” di girtîgehan da ne… Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bîlançoyeka 10 salan a îqtidara Erdoğan çêkir ku wî kontrola li ser medyaya navneteweyî xurt kirîye. RSFyê daxwaz kirîye ku rewşa azadîya çapemenîyê li welatî bê sererastkirin.
Di 10 salan da Recep Tayyip Erdoğan, li hemberî dijminatîya azadîya çapemenîyê û pirrengîya nûçeyan, bingeha sîstema Serokkomarîya xwe xurt kirîye.
Li gorî temsîlkarê RSFyê Erol Önderoğlu, di 10 salên dawî da, ne tenê azadîya medyayê di heman demê da pirrengîya nûçeyan û hiqûqê jî derbekî mezin xwarîye. Li gorî Önderoğlu çareserîya wê yekê wiha mumkun e: “reformên berfireh ên ku rojnamegeran jî diparêzin”
“Di van 10 salan da zext û zordarîyan, bi aşkerayî rojnamegerîya serbixwe ber bi talûkeya tunebûnê ve bir. Divê Tirkîye ji vê rewşa xerab şîyar bibe û rûpelekî nû veke. RSF bang dike ji bo ku Serokkomar dest bi hewildanan bike û rojnamegerên serbixwe biparêze. Herwiha bang dike ji bo ku mafê bidestxistina zanyarîyan bê parastin, divê reformên berfireh bêne tetbîqkirin.”
Doz û desteserkirin, li hemberî nûçeyan çek
RSFyê di bîlançoya xwe da, da zanîn ku di 10 salên dawî da herî kêm 131 rojnameger hatine desteserkirin, 40 ji wan hatine girtin, 5 rojnameger hatine kuştin ku 3 ji van sûrîyeyî ne. RSFyê bi rêya partnera xwe Bianet.orgê da zanîn ku, 77 rojnameger ji ber “heqareta li Serokkomarî” hatine girtin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Weşanên dawiyê
- Rojnamegerî17/09/2024Îran: RSFyê, piştî mirina Mahsa Aminîyê zextên li ser rojnamegerên jin destnîşan kirin
- Rojnamegerî27/08/2024RSF bomberana li Kurdistana Iraqê şermezar dike ku di encamê da du rojnameger hatine kuştin û yeke din jî birîndar bûye
- Rojnamegerî12/08/2024RSF: Li hemberî çapemenîyê 10 salên dijminatîya Erdoğan
- Nûçe03/05/2024RSF: Tirkîye di lîsteya RSFyê da, di rêza 158an da ye!