RSF li deh welatan ji bo rojnamegerên Filistînî protestoyan dike

RSF: Dema mirov berê xwe dide mirînên rojnamegeran ên li Gazzeyê, wisa xuya ye ku kesekî dê we agahdar bike nemîne

Ji alîyê hêzên Îsraîlê ve, zêdetîrî 130 rojnameger li Gazzeyê hatine kuştin di salekê da. Rojnamegerên Sinornenas (RSF) li deh welatan protestoyan dike ku dixwazin rêza xwe li hember rojnamegerên mirî nîşan bidin û daxwaza parastina rojnamegerên Filistînî bikin.

RSFyê 26ê Îlonê li deh welatan dest bi protestoyan kir ji bo rojnamegerên li Gazeyê hatine kuştin. Ji 7ê cotmeha 2023an ve artêşa Îsraîlê zêdetîrî 130 rojnameger li herema Filîstînê kuştine û herî kêm 32 kes ji wan dema li ser karê xwe bûne hatine kuştin.

Bi vê kampanyaya cihanî, RSF dixwaze raya giştî ya navneteweyî ji cidîyeta vê krizê haydar bike: zêdebûna kuştinên rojnamegeran metirsîyê dide û mafê xwegihandina nûçeyên xweser û serbixwe dixe talûkeyê.

Protesto dê li wan bajaran werin kirin: Almanya, Brazîlya, Spanya, Amerîka, Fransa, UK, Senegal, Swîsre, Tayvan û Tûnus.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

RSF Rojnamegerên Sînornenas

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya RSF û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

UNHCR: Zêdetirî 30 hezar kesan ji Libnanê çûne Sûriyeyê

Weşana paşê

شاھییا باڤکوژییێ و گییایێن شێرین ل ھەسارا کوردی