Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

RSF ji Trumpî dixwaze dest ji êrîşên medyayê berde

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ji Trumpî xwestiye ku di rêveberîya xwe ya nû de dest ji êrîşên medyayê berde û rûpelekê nû yê azadîya çapemenîyê veke.

Trump di dema kampanyaya xwe û di rêveberîya xwe ya berê de gelek caran bi zimanekê tund, gef li medyayê xwariye.

Hilbijartina wî ya ji bo dewra duyem ji bo rojnamegerîya Amerîkî û azadîya çapemenîya cîhanê demekê metirsîdar nîşan dide.

Êrîşên li ser Medyayê

Di rêya kampanyayê de Trump medyaya rexnegir wek “nûçeyên sexte” bi nav kiriye. Di serokatîya xwe ya yekem de ev term 2000 caran bi kar anîye. Di sala 2024ê de berî hilbijartinan êrîşên xwe berdewam kiriye û dixwaze hikûmetê li dijî “dijminên” xwe bi kar bîne. Bi taybetî dixwaze destûra weşana medyayê ji alîyê Federal Communications Commission (FCC) ve bê rakirin.

Bandora li ser Medyaya Civakî

Têkilîyên Trump û Elon Musk ên nêzîk û soza hevkarîya bi Muskî re metirsîyê çêdike. Di bin rêveberîya Muskî de X (Twitter) bûye cihekê agahîyên çewt. Musk bi xwe gelek caran agahîyên ne rast bi sed milyonan şopînerên xwe re parve kiriye.

Daxwaza RSFyê

RSF dixwaze Trump di rêveberîya xwe ya nû de gavên erênî bavêje û rewşa rojnamegerîyê baştir bike. RSF dê ji bo azadîya çapemenîyê û ewlehîya rojnamegeran têkoşîna xwe bidomîne.

Çavkanî:

  • RSF
  • Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan