Rojnamgerên Sînornenas dîyar dike ku di encama bombebarana wesayîteke li Kurdistana Iraqê, du rojnamger hatine kuştin û hevkarên wan jî birîndar bûne ku wan ji bo medyaya heremî kar dikirin. Her wiha RSFyê got ku divê ev sûçê li hember xebatkarên medyayê hatîye kirin, bi temamî were zelalkirin.
RSFyê, roj û nîvan berîya erîşê hişyarî dabû ku li Kurdistana Iraqê êrîşên li dijî xebatkarên medyayê zêde dibin.
Li gor agahîyên RSFyê bi dest xistîye, rojnamger Hero Bahaden û Gülistan Tara hatine kuştin û Rebin Baker birindar e. Her sê rojnameger jî ji bo Sterk TVyê dixebitîn.
Çend çavkanîyên heremî dîyar kirine ku êrîş ji terefê hêzên çekdar ên Tirkîyeyê ve hatîye kirin.
Weşanên dawiyê
- Rojnamegerî27/08/2024RSF bomberana li Kurdistana Iraqê şermezar dike ku di encamê da du rojnameger hatine kuştin û yeke din jî birîndar bûye
- Rojnamegerî12/08/2024RSF: Li hemberî çapemenîyê 10 salên dijminatîya Erdoğan
- Nûçe03/05/2024RSF: Tirkîye di lîsteya RSFyê da, di rêza 158an da ye!
- Nûçe14/12/2023RSFyê bîlançoya 2023yan belav kir