RSF: 1000 sazîyên medyayê ji bo ewlehîya nûçeyan beşdarî JTIyê bûn

  • 08/02/2024
RSF: 1000 sazîyên medyayê ji bo ewlehîya nûçeyan beşdarî JTIyê bûn
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

08/02/2024

Li cîhanê ji bo piştgirîya ewlehîya medyayê (Journalism Trust Initiative – JTI) li 80 welatan hejmara rojname, malperên medyayê, TV û radyoyan bû 1000. JTI sepaneka sertifikasyonê ye ku armanca wê ew e di rojnamegerîya medyayê da şeffaftîyê û pratîka rojnamegerîyê berbelav bike.

Di medya û rojnamegerîyê da îhtiraz zêde dibe. Nûçeyên rojnamegeran û naverokên ku platformên din diweşînin di nava rekabetekê da ne. Ji ber vê yekê jî acîlîyeta wê çendê heye ku ji nû ve bawerîyê pêk bê û şert û mercên guncaw bêne danîn. 

Armanca Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ew e ku vê ihtîyacê bi (Journalism Trust Initiative – JTI) pêk bîne.

Li 80 welatan, ji 1000an zêdetir sazîyên medyayê bi rêya sepana JTIyê pratîkên xwe yên rojnamegerîyê, bi taybetî jî pêvajoyên xwe yên edîtorîyê test dikin û daxilî bernameya JTIyê dibin. 200 ji van sazîyan ji aniha ve raporên xwe yên şeffaftîyê bo raya giştî ragihandin.

Sekreterê Giştî yê RSFyê Christophe Deloire bi van gotinan memnunîyeta xwe ji bo geşedanên vê xebatê tîne ziman:

“JTIyê xwe îsbat kir ku yek ji wan xebatên giring e ku di nava salan da şeffaftîya medyayê derxistîye meydanê û bawerîya ji bo rojnamegerîyê ji nû ve ava kirîye. Medya bi awayekî aşkera û zelal daxilî pêvajoyê bû û li kêleka vê reqem îsbat dikin ku li temamîya cîhanê pîvaneka guncaw e ji bo navendên nûçeyan. Slavên min bo herkesekî hene yên ku xwe dane vê xebatê û ez wan sazîyan bo beşdarîyê vedixwînim yên ku dilê wan heye beşdar bibin. Dibe ku JTI bibe alîkar ji bo ku serdestîya rojnamegerîya berawirdî ji nû ve bê bidestxistin.”

Şîrove*

%d