Rozerînê şêrînê ber dilê xwe bêlî kir

  • 06/01/2023
Rozerînê şêrînê ber dilê xwe bêlî kir
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

06/01/2023

Aktrîsa rêzefîlma Migooyê Rozerîn Baltaş ji Twitterê şêrînê ber dilê xwe eşkere kir.

Rozerînê îro Înê ”Bi serê te yî ezîz, tu ziman wek Kurmancî ne şêrîn e” nivîsî.

Ew aktrîsa ku li gor profîla wê niha di Nîsk Hunerê de ye, di Migooyê de keçeke kubar dilîze ku nikare peyvên bi herfa ”x” bibêje.

Li gor devê wê karekterê, ”xwe” dibe ”ha”, ”ava xoxê” dibe ”ava hohê”

Berî Migooyê, Rozerînê di rêzefîlma Îşevê de lîstibû.

Foto: Youtube, Denoozer72, SS.



%d