Ronî Artîn: Rapa kurdî dengbêjîyeka jenerasyona nû ye

Sê raperên ciwan li Diyarbekirê Şeva Rapa Kurdî li dar xistin. Di Şevê de Rapbêj Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê û li cîyê Dj jî Dj Xodî hebû. Cara yekem bû ku şeveka rapa kurdî li Diyarbekirê li dar ket. Şev bi organîzatorîya Amîdartê li Robîn Bîstro Cafeyê li dar ket , […]

Ronî Artîn: Rapa kurdî dengbêjîyeka jenerasyona nû ye
Ronî Artîn: Rapa kurdî dengbêjîyeka jenerasyona nû ye
Vahdet Uçar
  • 26 Aralık 2021 10:14

Sê raperên ciwan li Diyarbekirê Şeva Rapa Kurdî li dar xistin. Di Şevê de Rapbêj Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê û li cîyê Dj jî Dj Xodî hebû. Cara yekem bû ku şeveka rapa kurdî li Diyarbekirê li dar ket.

Şev bi organîzatorîya Amîdartê li Robîn Bîstro Cafeyê li dar ket , şev gelekî bi coş û qerebalix bû. Organîzator û hunermendan diyar kir ku ji sedî zêdetir guhdarvan hatibûn. Herweha hunermend ji vê coş û qerebalixê gelekî xweş bext bûn.

Rapa kurdî dengbêjîya jenerasyona nû ye

Rapbêj Ronî Artîn di derbarê şevê de ev gotin kirin: “HipHopa kurdî, Rapa kurdî dengbêjîyeka jenerasyona nû ye. Ez dixwazim li mala me, li welatê me HipHopa kurdî bimeşe. Îşev Amedê em şaş kirin, Amedê îro ev der tije kir, Amedê îro heqê vê rojê da, em fedîkar dernexistin. Me fam kir em îro li mala xwe ne, ne li cîyekî xerib im, em li mala xwe ne.”

Sîmyager rapbêjekî ciwan e û ev yekem konserta wî bû, wî di derbarê konsertê de xweşbextîya xwe anî ziman û wiha got: ” Ev konserta min a ewil bû lê piştî ku min ew qerebalix dît ew kelecana min şikîya û bi alîyê erênî ve çû.”

Me pîyase tevlîhev kir

Reqsoyê ku demeke dirêj e rapa kurdî dike, bi dehan konsert dane û klîb û starnên wî hene jî îdia kir ku wan bi vê şevê pîyase tevlîhev kirine: ” Me şeveka rapa kurdî li dar xist, ez Ronî, Xodî, Sîmyager û Dj Dîko. Me li vir pîyase tevlîhev kir.”

Guhdaran jî xweşbextîya xwe ya di derbarê konsertê de anîn ziman û xuya dikir ku dilê xwe bi dansan jî rihet kirin. Şîroveyên hin guhdarvanan di derbarê derengmayîna şeveka wiha de bûn.