“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî, gava serê sibê ji nav cihan rabû hate tewqîfkirin”[1]. Bi vê hevoka efsûnî dest pê dike romana Dewa ya Kafka. Ev jî destpêka romana Bextîyar Elî ye: “Di destpêka sala 1979an de, gava Cemşîd xan cara yekê hat girtin temenê wî hivdeh sal bûn” [2]. Şibandina hevok û efsûndarîya girîzgahê eyan nîn e!
Loma mirov dikare wiha jî bixwîne: “Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Cemşîd xan. Herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî, gava serê sibê ji nav cihan rabû hate tewqîfkirin”. Bê şik ji alîyê mesûmîyet û darizandina bîlasebep ve Cemşîd xan, Josef K. yê kurdan e. Feqet tiştekî din jî yê giring heye: ji alîyê firînê ve jî dişibe Gregor Samsa.
Ji ber vê yekê heke hevoka yekem ya kitêba Cemşîd xan wiha dest pê bikira kî ji me îtîraz dikir: “serê sibeyekê Cemşîd xan (Gregor Samsa) gava ji xewnên tengizî şîyar bû, xwe di nava nivînên xwe de wek bihokeke qirase dît” [3]. Gelo ev tesaduf e? Kengî estetîka Kafkaesk di nava romana kurdî de cîh girtîye? Li ser kîjan bingehê?
Rastî jî di civakên mêtingeh de mirov ne tenê serê sibê weke Joseph K., bi şev jî, bi roj jî her gav dikare were sûcdarkirin, hetta dikare were îşkencekirin jî. Çikû jixwe hebûna wî/ê sûc e; mirovên bindest, sûcên rêvaçûyî ye, sûcan temam dike. Ya duyem mixatabên bindestan ne weke yên Kafka burokasîya bêbin e, pergaleke dagirker û merivxwir e. Di pergala dagirkeran de pirê caran mehkeme nîne, tenê emir heye. Emir him suçdar dike, him mehkeme dike û him jî înfaz dike.
Di metneke xwe da Kundera [4] gava ku muqayeseya Kafka û Dostoyevskî dike, tespîteke gelek muhim tîne zimên. Li gor wî qerekterên Dosyoyevskî, jixwe di serî de sucdar in û li du cezayê xwe digerin, weke Raskolnikov. Lê qerekterên Kafka di serî de hatine cezakirin, loma li dû suçê xwe digerin. Di welatên mêtingeh de qerekterên bindest hemû vê tespîta Kundera tescîl dikin, em hemû jixwe hatine cezakirin, em weke Joseph K. li dû suçê xwe digerin. Cemşîd xan jî li dû sûcê xwe digere. Carna dibe komunîst li pey sûcê xwe diçe, carna dibe qaçaxçî li dû sûcê xwe diçe, carna jî bi Xwedê re diaxive li dû suçê xwe diçe.
Li alîyê din Gregor Samsa di şevekê de, di odeya derî kilitkîrî de bibû bihok, bi erdê ve zeliqî bû û di binê qenepeyan de jîyanek ava kiribû. Lê Cemşîd xan ne di şevekê de, di zindanê de, ji ber şîdeta dagirkeran bû weke teyr bi ezmanan ket û firîya. Qerekterên Kafka ji ber şîdeta kapitalîzmê, ji ber markaja otorîteyan, ji ber kontrola civakî nikare nefesê bigire, rê li wan têne girtin û bîyanîbûn qedera wan e. Loma pirê caran bi qerekterên xwe re jîyaneke dij-civakî ava dike. Bihok rev e, reva însanên bênefes e, reva ji kapîtalîzmê û ji civaka fermî ye.
Bi gotina Fanon, mirovên hatine kolonîzekirin, di çavên dagirkeran de heywanên xişok temsîl dike, mar e, marîjok e, bihok e. Kafka bi saya bihokê qerekterê xwe bi erdê ve girê dide, dixwaze bila neyê dîtin, bila bikare xwe veşêre, di tarîya koşeyan de heyateke alternatif ava bike. Feqet Cemşîd ne bi erdê ve, bi ezmanan ve girêdayî ye, difire, milkîyeta ezmanî dike destê xwe û azad dibe. Pirê caran bi şirîta tê girêdan; loma nîv azad e, nîv însan e.
Kerametên Aristokrasîya Kurdan
Mirovên bindest çawa dikarin bifirin?
Hêsan e: îşkence dibîne loma. Ya rast, îşkence, ne tenê îşkencekaran ji mirovatîyê dûr dixe, mixabin ew kesên ku îşkenceyê dibînin jî gelek caran dibin nîvemirov. Îşkence weke nîvînên Proktustes e, beden û rihên bindestan diguherîne. Bedena Cemşîd xan ji îşkenceyan sivik dibe, di zîndana Kerkukê de cara yekem difire û azadîya xwe bi dest dixe.
Li alîyê din firîna însanan di nava civaka me de weke keramet tê penasekirin. Nivîskar bi xwe ji Silêmanîyê ye û em dikarin bêjin Silêmanî navenda kerametan e. Weke tê zanîn ku Mewlana Xalid jî, ji bajarê nivîskaran bû û herwiha alimekî mezin û avakerê terîqeta Xalidîyan bû. Leqeba wî zulcenaheyn bû, yanê xwedîyê du baskan. Mirovekî ji wêjehêzan bû Mewlana Xalid û di dîwana xwe de dibêje “min ji Şerîzorê heta Delhîyê canê xwe hilgirt di kefika destê xwe de” [5]. Di warê nûkirina terîqeta Nexşîbendîyan da sazîya rabitayê ji nû ve şîrove kir û danî nava esasên terîqetê. Rabita bi xwe jî amurekî efsûna oldarîyê ye. Lê em dizanin ku hinek kesan rasyonalîteya Islamê jî diparast û li dijî kerametan bertek nîşan didan. Şêx Maruf Berzencî yek ji wan kesan bû ku ji Mewlana Xalid hez nedikir. Şêxî her tim Mewlana Xalid bi hevokên tûj rexne dikir, hetta li ser wî kitêbek bi ser navê Tahriru’l-hitab fi’r reddi ala Hâlid el Kezzab nivisîbû. Loma Silêmanî ne tenê cihê îlmê û çandê ye, navenda kerameta Islamî û ya dij-kerameta Islamî ya kurdane jî. Helbet di nava tesewuf û çanda Islamê de jî bi têgehên “tayy-ı mekan” an “tayy-ı zeman” teorîyên surreel hene û firîna însanan bi van têgehan tên teorîzekirin. Herwiha di nava kultura terîqeta Xalidîyan de gelek caran behsa kerametên firînê tên kirin. Jixwe şêxên bêkeramet ne meqbul in, hetta yê ji kerametan piçek xwe dûr xistîye Bediuzzaman e, lê dîsa jî di nava rîsaleyên wî de jî behsa çend kerametan tên kirin.
Nivîskar ji vê sosyolojîyê derketîye û loma bi hêsanî kurdekî bibask afirandîye. Lê Cemşîd xan, ne bi oldarîya xwe, bi komunîstîya xwe difire. Ev metafor gelek watedar e û divê li ser vê metaforê niqaş were kirin.
Nivîskar, bi firîna komunîstekî gelo dixwaze ji me re çi bibêje? Wer xuya ye ku bersivek daye komunîstên gelên bindest û serdestan. Gotîye di Kurdistana mêtingeh de lingê we komunîstan nagihêje erdê, hûn bilind difirin, teorîya we bilind difire. Bersivek daye oldaran jî, gotîye êdî kerameta we ji destê we derketîye, ketîye destê nifşekî modern. Lê esas mesele herhal meseleya çînîyê de vaşertîye. Em ji zû ve dizanin ku li welatên dagirkirî meseleya çînîyê her tim problem e. Ji ber ku li welatên wiha armanc carna tevlihev dibe. Gelên bindest dixwazin azad bibin û şoreşa neteweyî pêk bînin, proleterya jî dixwaze şoreşeke çînî pêk bîne. Loma têkoşîna çînî û ya doza welatî carna li hev diqelibe, carna jî li hev dipiçike. Ji bo vê yekê Fanon, Cesaire, Biko û herwiha teorîsyenên bi vî rengî Marksizm rexne dikir û digotin Marksîzm fikreke Ewropî ye û li welatên mêtingeh divê were tewandin.
Realîzmeke Efsûnî yan Efsûnîyeke Realîst?
Herwiha firîna insanekî helbet derxwezayî/derînsanî ye û ev terz di edebîyatê de wek realîzma efsûnî tê penasekirin [6]. Ya rastî di estetîka edebîyatê de realîzm ji bo gelên bindest û proleteryayê gelek muhîm e. Marx di berhemeke xwe de dibêje rewşa civakî û aîdîyeta çînîyê, hişmendî û estetîka hişmendîyê diafirîne û dîyar dike. Loma bo wî di edebîyatê de realîzm, terzekî jênger e. Realîzma Marx jê behs dike, ne tenê realîteya hûrgilîya jîyana rojane ye, realîteya rewşên civakî û sekana qerekter û bikerên bindest bi xwe ye [7]. Helbet çiqas realîst dibe bila bibe realîzma romanê û ya jîyana rojane ne wek hev e. Weke tespîta Brecht, tenê bi sehnekirina fabrîqeyê kapîtalîzm nayê fêmkirin û temsîlkirin. Lê dîsa jî realîzm bi xwe jî meseleyeke temsîlê ye. Realîzm zêdetir marqeyeke romana İngîlizan e û dîsa zêdetir uslûba metnên çînîya orteyê ye [8].
Baş e, realîzma gelên bindest çi ye? Realîteya me kurdan çi ye?
Weke em dizanin, roman axaftineke bi bindestan re ye. Hetta bi tespîta Lukacs, roman, “destanwarîya (epik) cihaneke wisa ye ku Xweda ew terk kirîye” [9]. Loma temsîl û realîzma romanên bindest, yanê temsîla cihaneke ku Xweda ew terk kirîye, mijareke taybet e.
Helbet cureyên realîzmê hene û divê cudahîya wan jî were nîqaşkirin. Ji wan yek surrealîzm e. Benjamîn gava behsa surrealîzmê dike, dibêje di hundirê surrealîzmê de herçiqas toximê dîyalektîkê veşartîbe jî, surrealîzma Ewropî dixwaze hêza serxweşîyê tevlî şoreşê bike. Pirs/gireka wan ew e ku gelo dikarîn serhildanê bi şoreşê ve girê bidin? [10]. Pirsekê jî em lê zêde bikin: surrealîzma bindestan dikare pesîmîzma civakê bi rêkûpêk bike? Bê şik bersiva herî xurt ya van pirsan şaîr û teorîsyenê gewrê Cesaire daye. Di metneke xwe de gotibû, surrealîzm azadker e, bi saya wê min zimanê Fransî bi hewa xist, dîsa bi saya wê min xwe te’fîl kir û xwebûn keşf kir. Loma wateya surrealîzmê bo min bangewazîya Afrîkayê ye [11].
Weke tê zanîn ku realîzma efsûnî (magic realism) ne surrealîzm e. Herçiqas cara yekem ev tegeh Novalis bi kar anîbe jî weke em dizanin, ev terz bûye marqeyeke edebîyata Amerîkaya Latinî. Li gor lêkolîneran ev terz zêdetir bi mitolojî û dîroka gelên Amerikaya Latinî ve tekildar e û bi saya edet û olên wan kemilîye. Gelo çima edebîyata bindestan realîzmê ditewîne? Realîzm çima têra bindestan nake?
Sedemên tewandina Marksîzmê çi bin, sedemên tewandina realîzmê jî heman tişt in. Sedema herî mezin ew e ku, realîzma Ewropî yanê realîzma ronakgerîyê têra bindestan nake. Bo îfadekirina zanîna bindestan formên nû, formên ne Ewropî lazim in. Pirê caran zanîna bindestan bi terz û şêweyên Ewropî nayê îfadekirin. Loma realîzm, bi zanîn û efsûnîya xwe temam dike. Ji ber van babetan realîzma efsûnî parçeyeke xwebûna gelên bindestan e. Tevê vêya jî bi paradîgmaya netewkirina edebîyatê ve girêdayî ye û loma reva ji fikra navend-ewropî ye.
Ronakgerîya ewropî berî her tiştî aqlekî nû ye, aqlekî Ewropî ye. Dixwaze hemû dinya yek aqil be, zanîn ji yek aqilekî bixuliqe, şixulandina aqilekî bibe qanûna navnetewî. Zanîn li gor vê eqlê be, raman li gor vî eqlî be, çand û huner û qanûnên edebîyatê li gor vî eqlî were afirandin. Carekê Adorno bi mafdarî gotibû dîktatorîya ronakgerîyê, dîktatorîya aqil bi xwe ye [12]. Ji ber vê yekê realîzma efsûnî pirê caran kakilê dij-dîktarorîyê, dij-faşizmê û dij-mêtingerîyê dihewîne û bi vê seknê têra xwe jî berxwedêr e. Bi saya realîzma efsûnî gelên bindest dibejin, em jî dikarin aqil bikin, em jî dikarin estetîka xwe ya dîrokî biafirînin, em jî dikarin bingeha edebîyata xwe daynin. Lê dîsa jî şêweyekî sentez e realîzma efsûnî; pirê caran realîzm hişên ewropî ye, efsûn zanîn û hunera gelên bindest e.
Carekê Fanon gotibû, realîte, li nava gel her tim taybetmendîya doza gelê bindest dihewîne [13]. Heger em li ser vî esasî bifikirin, em dibînin ku, realîteya me ya sereke ew e ku em bindest in û welatê me mêtingeh e. Estetîka romana kurdî li gor vê heqîqetê tevdigere gelo? Ma mecbur e?
Ji ber van babetan divê di realîzma efsûnî ya kurdan de toximê dîyalektîkê, kakilê azadî û berxwedanê hebe. Bixwaze serxweşîyê û derxwezayîyê tevlî şoreşê bike. Ya herî muhîm jî estetîka serhildana xwe bikaribe bi şoreşê ve girê bide. Loma divê realîzma efsûnî ya kurdan azadker be, bi saya wî zimanê bîyanîyan bi hewa bikeve, dîsa bi saya wî xwebûn were geşkirin.
Lê gava mirov di vê çarçoveyê de li romana Bextîyar Elî dinêre problemên mezin dixuyin. Honaksazîya romanê li ser realîzma kurdan nehatîye afirandin. Rast e, realîzma kurdan di berhemê de cîh digire: zîndan, sînor, qaçakçitî, penaberbûn hwd. Lê ev realîzm, ne realîzmeke bingeha honandinê ye, realîzmeke ji dekorê ye. Loma Cemşîd xan bi qabilîyeta xwe nizane çi bike, weke mirîşkên serjêkirî, li vir, li wir fir dide, dawîyê xelasî û şîfaya xwe li welatekî dûr û bîyani dibîne, fir dide li wir datîne. Weke qehremanên Gurnah û Naipaul bo şexsê xwe tevdigere û difire. Ji ber vê yekê realîzma efsûnî ya romanê jî weke qehremanê xwe yê Cemşîd difire. Esasen realîzma efsûnî, divê hem reel be him jî efsûnî be. Roman bi efsûn e, lê ne realîst e, li ser realîzmeke fragmanter diherike. Loma mirov dikare bêje ev roman, ne realîzma efsûnî ye, efsûnîya realîzmê ye. Jixwe ji ber van valahîyan roman macereya firîna aristokratekî Kurd e, arîstokratê kurdan weke supermen fir dide, em jî li jêrî, li sre rûyê dinyayê macerayên wî dişopînin. Ti ferqeke firfirokê û Cemşîd xan tuneye, ha firfirok ha Cemşîd xan.
Gelo derdê vê romanê çi ye?
Roman ne romaneke modernîst e, hetta bi çend alîyan ve mirov dikare bêje romaneke post-kolonyal e. Honaksazîya romanê jîr e, hilberîner e. Nivîskarî, qerekterekî taybet ava kirîye, firîna mirovekî fikreke balkêş e, loma Cemşîd bindestekî balkêş e. Lê eger honandina romana realîzma efsûnî, bi bingeheke civakî ya rasyonel neyê avakirin, pirdeng nebe û çîroka wî li ser hîmê cîvaka rojane neherike, wê demê metin ji romanê derdikeve dibe çîrokeke dirêj û meselok. Loma ev metn bi ya min ne roman e, çîrokeke dirêj e.
Di metnê de herçiqas derd û kulên miletên bindest carna werin ziman jî, mirov dikare bêje bindestîya kurdan weke dekor hatîye bikaranîn. Zindan, îşkence, gerilla, penabertî, sînor weke platoyekê, an jî weke dekorê cih girtine. Ev hemû tişt bo dekora firîna Cemşîd dikevin nava romanê. Di sahneyekê de Cemşîd xan, dibe qaçaxçî ji kurden penaber bi hezaran dolaran qezenç dike. Di sehneyekê de dibe evîndar, bi firîna xwe, keçikeke kurd dike dildarê xwe. Di sahneyekê de dibe oldar, bi firîna xwe oldaran dike murîdê xwe. Ji ber van babetan firîna Cemşîd, weke mijareke têra xwe şexsî hatîye honandin, ne bindestîya welat, ne jî azadîya kurdan tê bîra Cemşîd. Weke mînak behsa şerê Iran û Iraqê tê kirin, behsa Seddam jî tê kirin, lê yekcar Halepçe nayê bîra Cemşîd. Ev ecebîyeke gelek mezin e.
Gelo çîroka berhema nivîskarekî Cihû li Munîhê derbas bûya, behsa Hîtler bihata kirin, qerekterê berhemê li ser hêrema Auschwitzê tûrek biavêta û dûmana şewata ji Auschwitzê û Dachauyê radibe, nedîtibûya normal bû? Gava Cemşît xan baskdar dibe, di ezmanan de tûran diavêje, wê demê li jêr, li ser rûyê dinyayê komkujîyeke gelek mezin li kurdan diqewime, çawa Cemşîd xan vê komkujîyê nabîne? Çima Halepçe li ber çavên wî nakeve? Sedem?
Di romanê de çend sehneyên oryantalîst hene. Weke em dizanin, Cemşît xan mirovek tîpekî îdeal e, difire, loma bala herkesî dikşîne. Di sahneyeke de qehremanên me dibêje “..gotinek ji wê demê bi awayekî berdewam dubare dikir ew bû ku xebîneteke mezin e, ew zimanê ingilizî nizane û nikare bîrdozîya xwe de kûr bibe. Çikû li gor wî di vê gavê de li dinyayê her tekstek bi zimanekî ewropî neyê nivisandin bê nirx e..…Ev zimanên me yên rojhilatî ne zimanên zanînê ne, lê zimanên ajotina deveh û xwedîkirina bergîlan e” [14]. Çi eleqe? Çima zimanê me zimanê deveh û bergîlan e? Çima zimanê me, ne zimanê zanînê ye? Ewqas self-oryatalîzm zêde ye, neheqîyeke mezin e. Rastî ji pesindayîna zimanên İngîlizî çend sehneyên din de jî dikeve rojeva qehreman. Çima gelo?
Mijara ziman û nivîskarên bindest rastî jî kûr û dûr e. Loma hûrgilîyên vê meseleyê ne mijara vê gotarê ne. Lê jîyana nivîskarên bindest pirê caran ji hêla zimanî ve du parçe ne, yek zimanê qedexekirî yê gel e, yek jî zimanê zanîn û berhema nivîskarî ye. Xuya ye Cemşîd jî li ser vê esasî ye. Kitêba Casanova li ser mijarên zimanên bindest û meyla nivîskarên bindest yên ziman-navendîya Ewropî disikine. Gava mirov li kanonên Komara Edebîyata Dinyayê [15] mêze dike, mirov dibîne ku kanonên edebîyatê, kanonên Komara Edebîyata Ewropî ne. Ger nivîskarek bixwaze bikeve kataloga vê komarê divê silavekê li ser panîyê bide zimanên Ewropî. Xuya ye ku ev sehne, silaveka Bextîyar Elî ye bo qebulkirina vê komara serdest. Feqet dîsa jî self-oryantalizm tiştekî ne baş e, herçiqas carnan xwarin xweş hatibe çêkirin jî, mûyek di nava xwarinê de were xuyakirin, dilê mirovan diqelibîne. Loma self-oryantalizm, mûyek e li ser edebîyata me kurdan.
Li alîyê din realîzma efsûnî ya Elî dixwaze ji me re çi bibêje? Realîzma efsûnî gava li nav bindestan hatîye bikaranîn, bingeha vê terzê bi exlaqên bindestîyê ve hatîye girêdan. Heke li nav civaka bindest mirovek, qebilîyeteke wî ya taybet hebe, ev mirov bi taybetmendîya xwe dibe biker û dibe parçeyeke micadeleya bindestîyê. Weke em dizanin pirê di kitêbên Marquez de ev qerekterên taybet, bi sîhra xwe dest diavêjin birînên bindestan, dixwaze bi vê taybetmendîyê tiştekî bike [16]. Dîsa di kitêba Ngugî de jî weke em dizanin, qehremanê wî jî carna difire û bi ezmanan dikeve. Gava li ezmanan li rûyê dinyayê dinihêre şevdanîyan dibîne, bêhna febrîqeyên kujer dikişîne pozê xwe; taybet jî bo goştên li ser hestîyên spî, pevçûna zarokan û kûçikan ya li ser sergoyê dibîne [17]. Cesaire bi şiîrên xwe yên surrealîst Afrîqayê dike rojeva teorîyê û dinyayê. Hetta Gregor Samsa jî gava dibîne bûye bihok, herî zêde li ber malbata xwe dikeve, ji ber ku debara malbata wî li ser milên Samsa ye.
Gelo çima supermenê kurdan, baskên xwe tenê bo menfeata xwe ya şexsî vedike û bi hewa dikeve? Weke em dizanin, îdeolojîya post-kolonyal ne şoreşker e, li benda şoreşê nîn e, zêdetir reformîst e. Lê dîsa jî li gor teorîsyenên post-kolonyalîteyê ev îdeolojî, ji dîrok û micadeleya bindestan peyda bûye û xewnên azadîyê wewnên wan in jî. Feqet mirov dikare tespît bike ku, di nava îdeolojîya postkolonyaliteyê û edebîyata post-kolonyalîteyê de mesafeyeke mezin heye. [18]. Di navbera bindestan û edebîyata postkolonyal de qelîşteke kûr heye û ev qelîştek, romana Elî de jî xuya dike.
Romana Bextîyar Elî bi terz, gramer û honaksazîya xwe romaneke post-kolonyal e. Qerekterên wî, ne qehreman in, bikare bifire jî ne qehreman in. Qehremanên wî li dû xeyalê xwe ne. Helbet gava li dû berjewendîyên xwe yên şexsî tevdigerin, rastî rizîbûna civakê tên û vê rizîbûne bi dîtineke nerm carna afîşe dikin. Loma di huûrgilîyên sehneyan de rexnekirina civatê jî xuya dike [19].
Gelo dibe ku nivîskar bo avakirina takekesîya bindestan firîna Cemşîd xan weke nimune nîşanî me dabe? Rastî jî Gregor Samsa di kargehê de weke kole bû, di bajêr de der-civakî bû, di nava pêwendîyên malbata xwe de jî kûvî bû, ji ber vê rewşa wî ya xirab Kafka ew bi bihokeke hov sembolîze kiribû. Dibe ku Cemşîd xan li nava welatî bi komunîstbûna xwe der-civakî bû, li bajêr ji rêzê bû, di nava aristokrasîya kurdan de kûvî bû loma nivîskar ew firand û bi hewa xist. Bo îmkana şexsîyetekî nû, bo ihtîmala takekesîya modern û serbixwe ew ji nava civakê derxist û şand ezmanan. Eger wiha be piçek firîna Cemşîd tê fêmkirin. Lê wiha be jî pirsgirêk heye, ji ber ku di firîna dawî ya Cemşîd da, qehremanê me difire û diçe welatekî dûr, şîfayê dibîne û dibe însanekî normal. Welatekî dûr çima ji kurdan re şîfa be?
Roman û Sîyaset
Di hevpeyvîneke xwe de Bextîyar Elî behsa me xwendevanan dike û dibêje “xwendevanên kurd bi gelemperî metnên edebî bi çavekî sîyasî dinirxînin, li gorî helwesta sîyasî ya nivîskar, ew yan wek şeytan yan jî wek pêxember tê dîtin” [20]. Paşê pêşnîyara xwe ji me re bexş dike û dibêje “divê nivîsek bêyî pêşdawerîyên sîyasî bê xwendin.” Bi min ev tespîtên nivîskar ne di cih de ne û divê werin niqaşkirin.
Yek: nivîskarên kurd ne şeytan in, ne jî pêxember in. Herwiha xwendevanên kurd jî ne şeytan in û ne jî pêxember in. Lê em ne însanên azad û aram in jî, em bindest in û di şert û mercên xulaman de dijîn. Texeyûla xulaman du parçe ye. Ya her tiştî bo çêyîya efendîyê xwe difikire û bi vî awayî zincîrên koletîya xwe dişidîne. Yan jî çavê wî li azadîyê ye, her tiştî bo azadîya xwe difikire û bi vî awayî dixwaze zincîrên xwe biqetîne. Yanê xwendayê kurd ne xwendayê serdestan e û ne yên Ewropî ne. Loma bo me xwendayên kurd, “edebîyatek bo micadeleya edebîyatê” fantezîk e, bê wext e.
Didu: Nivîskarekî bindest çima gazinan ji xwendevanên xwe bike? Çima dixwaze xwendina berhemên xwe jî nîşanî xwendayê xwe bike û bo wan rave bike? Bi ya min rast e, nivîskarên me pêxember nînin, şeytan jî nînin, lê Xwedê jî nînin. Nivîskar çima dewa Xwedayetîyê dike û dixwaze xwendayê xwe biafirîne, dixwaze îstiqametekê bide xwendeyan? Gelo çima nivîskarên kurd, me xwendevanan naecibîne, bi me ne qaîl e? Wer xuya ye, ka çawa qerekterê romana wî Cemşîdî, zimanê me wekî zimanê ajotina devehan didît, nivîskarê wî jî me wekî şivanê devehan dibîne.
Sisê: Rastî jî bo min û bo piranîya xwendayên kurd; ne nivîskar lê berhem muhîm e. Bi qewlê Derrida “bê metnê tiştek nîn e”. Loma fikrên sîyasî yên nivîskarî bi qasî qirşekî jî tesîrê li xwendina me nake. Û tevî vêya jî li welatên mêtingeh her metn, her riste, her jêrenot politîk e. Metn ne tenê bi sekn û gotina xwe, bi negotina xwe jî politîk e. Gava behsa tiştên sîyasî bike jî politîk e, behsa tiştên sîyasî neke jî politîk e. Hetta cihê kevirekî welatê me jî biguhere, ev guherîn polîtik e.
Çar: bila kerem bike nivîskar, li welatên bindest edebîyat çi ye, tê kîjan ma’neyê ji me re bêje? Ji zû ve ye em dizanin ku li welatên bindest edebîyat ne benîştê ziktêran e, ne jî dekora malên zengînan e. Herçiqas bixwazin em berhemên nivîskarên kurdan weke nivişt di paşila xwe de veşêrin an weke Qurana pîroz di odeyan de darve bikin jî ne mumkîn e, ew dewr derbas bû êdî. Her xwendayekî/e kurd rexnegir e li ber pozê nivîskarî.
Encam
Madem me bi muqayese ya Kafka û Elî dest bi gotarê kir, em bi muqayeseya wan dawî li gotarê jî bînin. Di axaftineke xwe de Kafka behsa çîroka Samsa dike û dibêje, “xîyal, tişta ji heqîqetê wêdatir e, hetta sêwirandina heqîqetê, zêdetir heqîqetê derdixe pêşberê me” [21]. Bextîyar Elî jî di axaftineke xwe de behsa sînorê rastîyê dike û dibêje “ez dinivîsim da ku ji sînorên rastîyê derbas bibim” [22]. Ne tenê Gregor Samsa, Cemşîd xan jî sînorên rastîyê kûr û fireh dike, hetta dibe supermenê kurdan. Gregor Samsa li dawîya çîrokê dibe qurbanê reşbînîya xîyal û heqîqetên Kafka, peyama xwe bo bindestan, bi mirina xwe dide û diçe. Lê Bextîyar Elî xîyal û heqîqetên xwe dike qurbana Cemşîd xan, Supermenê Kurdan dişîne welatekî dûr, jîyaneke aram û azad layiqê wî dibîne. Weke peyameke sublîminal dawîya dawîn bi dizîka li ber guhê me dibêje tu ne muhtacê qehremanan î, azadîya te di destê te de ye. Kerem bike bifire.
Çavkanî û Têbînî
[1] Franz Kafka, Dava, r.1, weş. İş Bankası
[2] Bextîyar Elî, Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, r.11, Avesta
[3] Franz Kafka, Dönüşüm, r. 19, weş. Can
[4] Milan Kundera, Roman Sanatı, weş. Can
[5] Mevlana Halid-i Bağdadi, Diwan, weş. Semerkand
[6] Li ser vê mijarê niqaşek baş: Hîwa Weysi, Mihemedzahid Seiditebar, Eta Elmasi, http://www.kovarazarema.com/2018/04/28/realîzma-efsuni-di-romana-hinara-dawi-ya-dinyaye-ya-bextîyar-eli-de/
[7] Karl Marx, Friedrich Engels, Sanat ve Edebîyat Üzerine, weş. İletişim
[8] Terry Eagletton, İngiiz Romanı, r. 22,23 weş. İletişim
[9] Georg Lukacs, Roman Kuramı, weş. Metis
[10] Walter Benjamin, Son Bakışta Aşk, r.156, 165, weş Metis
[11] Aime Cesaire, Barbar Batı, r. 153-154, weş. Doğu
[12] Theodor Adorno, Aydınlanmanın Dîyalektiği, weş. Kabalcı
[13] Frantz Fanon, Yeryüzünün Lanetliler, r.40, weş Sosyalist
[14] Elî, Apê min Cemşîd…r. 24
[15] Pascale Casanova, Dünya Edebîyat Cumhurîyeti, weş, Varlık
[16] Bnr Gabriel G. Marquez, Aşk ve Öbür Cinler, Yüzyıllık Yalnızlık, weş Can
[17] Ngugi wa Thiong’o, Kargalar Büyücüsü, r. 13.-15. Weş. Ayrıntı
[18] Ji bo meqesa navbera îdeolojî û edebîyata postkolonyal de nirxandinek bnr Fırat Aydınkaya, Post Kolonyalizmin Pardoksu: Abdulrazak Gurnah Romanı Üzerine Notlar: https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-221
[19] “Weke Rêbazeke Edebî ya Postkolonyalîst Realîzma Efsûnî: Xwendina Berawirdî ya
Gabriel Garcia Marquez û Bextiyar Elî,” Zingil 1 (2019), 19-25. https://www.academia.edu/49265115/Real%C3%AEzma_Efs%C3%BBn%C3%AE_weke_R%C3%AAbazeke_Edeb%C3%AE_ya_Postkolonyal%C3%AEst_Xwendina_Berawird%C3%AE_ya_Gabriel_Garcia_Marquez_%C3%BB_Bextîyar_El%C3%AE?email_work_card=view-paper
[20] Bnr Bextîyar Elî, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-338
[21] Franz Kafka, Dönüşüm, r. 101, weş. Can
[22] Bnr: Bextîyar Elî: https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-338