Romana Kurdî û Netewe

Nivîskarên kurd, mijara welatparêzîyê tu caran bi mebesta neteweya xwe, ji bo ku di ser netewên din ra bigirin, nexistine qada nivîsê. Derdê hemûyan ew e ku kurd jî mîna neteweyên rûyê dinyayê, serfiraz bijîn. Feylesofê navdar Immanuel Wallerstaine, îdia dike ku  Neteweperestî durû ye: Protestoya mazlûman li hember zaliman e lê di heman demê da amûrek e di destê zaliman da ku li hember mazlûman tê bikaranîn. Di destpêka sedsala 21an da em dê binêrin ka nifşên nû mijara neteweyê, di nav nakokîya bêdewletbûnê û mentiqa globalîzasyanê da bi çi şêwazê dê di romanên xwe da binirxînin?

***

Netewe, yekîtîya ferdên civakê ya li ser rastîya ziman, ax, dîrok û çandê dihewîne. Wek bîrdozîyekê, bi şoreşa fransî ya sala 1789an belav bûye. Ev têgeh, di heman demê da mîna derametekê ketîye bin hîmên împaratorîyên pirneteweyî. Murat Belge destnîşan dike ku “Netewe, di dîyarkirina nasnameyê da sereke ye. Lewra etnîsîte tê maneya ziman. Yanî ya dîyarker ne xwîn e ; yekîtîiya çandê ya bi rêya zimên hatîye sazkirin giring e.” [1] Zimanê fermî her çi dibe bila bibe, zimanê etnîsîteyê ciyawazîyekê dixe navbera gelan û ev ciyawazî piştî hin bûyerên sîyasî û dîrokî zelaltir dibe.

Piştî Cenga Cîhanê ya Yekem bi peymanên hatine îmzekirin gelek netewdewlet derketin qada dîrokê. Lê peymanên hatin qebûlkirin, welatê kurdan ku berê hatibû perçekirin ji hev belawela kirin. Ji ber van sedemên dîrokî, di edebîyata kurdan da êş û keserên nenetewbûneke yekgirtî bûne mijarên sereke. Derheqê meseleyê da Haşim Ahmedzade dibêje ku Huxley di avakirina netewan da giringîya edebîyatê bi zelalî dinirxîne û îddîa dike ku “Romannûs û helbestvan, îcatkarên netewên xwe ne.” [2] Bîreke hevpar ya çandî û dîrokî ji bo bingeha neteweyekê bivênevê ye. Helbestvan û nivîskar ji vê bîra bêbinî ra ava jiyanê dikêşin. 

Kurdên, li seranserê cîhanê bindest, di bin bandora zimanên desthilatdaran da her çûye ji zimanê xwe dûr ketine, derfet nedîtine ku pexşaneke birêkûpêk ava bikin.  Ruhê edebîyata kurdî, bi sedan salan di risteyên helbestên nemir da jîyaye û geş bûye. Bo nimûne cureyeke helbesta klasîk mesnewî ye û mesnewîyan demeke dirêj şûna roman û kurteçîrokan girtîye.

Yekem romana kurdî Şivanê Kurmanca di sala 1935an de hatîye çapkirin. Nivîskarê vê romanê, Erebê Şemo ye. Erebê Şemo, wek bavê romana kurdî tê qebûlkirin. Ev romana otobîyografîk, bindestîya kurdan û belengazîya wan bi tevgera lehengê esas aşkera li ber çavan radixe. 


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Romana Pêşmerge ku yekem romana bi zaravayê soranî ye; bi mijara xwe ya sîyasî, bûyerên di navbera Pîrot û Qaranî Axa de diqewimin, semboleke tarîxa bindestîya neteweya kurdan e. Rehmîyê Qazî, di vê romana xwe de portreyeke Kurdistana îranê ya ji alîyê civakî û aborî ve paşdemayî ye çêdike. Babetên wê binyada eşîrî ya civaka kurd û hişyarbûna hişmendîya neteweyî nîşan dide [3]

Îbrahîm Ehmed, di romana Jana Gel da  di navbera lehengên romanê û pêşengên bi nav û dengên sîyaseta kurdî têkilîyan datîne. Di romana bi navê Şar a Hisên Arif da şerê Çîni mijara bingehîn e. “Nasnamaya neteweyî yek ji endîşeyên sereke yên lehengê romanê ye” [4]

Mehmed Uzun di romana Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê da bi avayekî alegorîk çîroka “Welatê Çiya” vedibêje [5]. Helim Yûsiv, di romana xwe ya Tirsa bê Diran da tirseke, neteweya kurd xistîye nav lepên xwe, bi mijara penaberîyê û lêgerîna nasnameyê ve bênder dike.

Hesenê Metê , di Labîrenta Cinan da bi kesayetîya Mamoste Kevanot, ji bo rizgarbûna kurdan ji nezanîyê tîpekî îdeal afirandîye. Di vê romanê da çanda kurdan a jîyana rojane bi berfirehî hatîye nîqaşkirin. Firat Cewerî yê ku romannûsekî çalak e, di romana Payîza Dereng da bi saya serpêhatîyên serlehengê romanê Ferda, xwîneran derheqê têkoşîneke bi salane didome û van şoreşgerên, ji girtîgehan rizgar dibin û pê ve çawa dijîn, şayesên balkêş dike. Wek Oktavia Paz jî dibêje: “Carinan ji birînê kevin jî xwin dinizile [6]

Romana Firat Cewerî ya duyem Ez ê Yekî Bikujim wêneyekî binehişê mirovên neteweyekî bindest e ku ew mirov hertim bi kuştinê ra rûbirû mane.  Nivîskar, bi nêrîneke pesîmîst çîroka Temo û şereşgerîya wî ya têkçûyî li ber çavan radixe. 

Bilind Newî ya Nesrîn Caferî, çîroka bi nav û deng a kurdî ya gelerî vedibêje ku ew çîrok şerê di navbera kurdan û Şah Abbas’ê Duyem ê Safewî da di sedsala 17an da rû  daye. Ev serpêhatî, berê ji alîyê romannusê kurd ê Sowyetê Erebê Şemo ve, bo romana bi navê Dimdimê bûye mijar.

Jan Dost, di romana bi navê 3 Gav û 3darekê da raperîna Şêx Seîd, bi vegotina bîranînên Şex Seîd, wek nimûneyeke trajîk a qedera kurdan nîşan daye. Berna Moranê rexnegirê Tirk, îddia dike ku ”Di berhemekê de ne tiştên tên gotin; tiştên ku nayên gotin, bîrdozîyê derdixin holê. Di romana Jan Dost da jî ka çiqas şoreşa Şêx Seîd hatîye vegotin ewqas jî mixabinîya têkçûna vê şoreşê bi perspektîfeke neteweyî hatîye hûnandin [7]. Dîsa romana Jan Dost Mijabad, îlhama xwe ji damezirandin û rûxandina Komara Mehabadê û bîrdozîya neteweyî digire. Ji bilî van romanan di gelek romanên kurdî da bi qasî ku çîroksazîya romanê derfet dide romannûsan hewl dane ku fikira neteweyî li ser tevna romanên xwe bineqişînin. 

Encam

Terîfkirina edebîyata kurdî, tenê di peywenda edebîyata neteweyî ya ku di çarçoveya netewdewletekê da teşe digire ava nabe. Berevajî vê yekê ew xwedî taybetmendîyeke dersînor û neteweyî ye. T.S. Eliot, îdia dike ku “Her qirn tercumeya xwe dike.” Romannûsên kurd ên sedsala 20an jî tercumeya halê xwe kirine û xwestine ku , çand, huner û zimanê wan jî bêne rêza çand û huner û zimanê neteweyên dîtir. 

Nivîskarên kurd, mijara welatparêzîyê tu caran bi mebesta neteweya xwe, ji bo ku di ser netewên din ra bigirin, nexistine qada nivîsê. Derdê hemûyan ew e ku kurd jî mîna neteweyên rûyê dinyayê, serfiraz bijîn. Feylesofê navdar Immanuel Wallerstaine, îdia dike ku  Neteweperestî durû ye: Protestoya mazlûman li hember zaliman e lê di heman demê da amûrek e di destê zaliman da ku li hember mazlûman tê bikaranîn. Di destpêka sedsala 21an da em dê binêrin ka nifşên nû mijara neteweyê, di nav nakokîya bêdewletbûnê û mentiqa globalîzasyanê da bi çi şêwazê dê di romanên xwe da binirxînin?

Çavkanî

[1] Murat Belge, Genesis, İletişim Yay. 2009, İst. r. 204.

[2] Haşim Ahmedzade, Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011, Stembol, r. 46.

[3] Ahmedzade, h.b., r. 112.

[4] Ahmedzade, h.b., r. 24.

[5] Ahmedzade, h.b., r. 26.

[6] Octavia Paz,Yalnızlık Dolambacı, Yaylacık Matbaası, ist. 1990.

[7] Berna Moran, Edebiyat Kuramları ve Eleştiri, Cem Yay., 1991, ist. r. 61.

Bi Ingilîzî bixwîne

Nivîskar/rojnameger
Roger Acun
Roger Acun
Sala1984an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê sala 2004an, di beşa Ziman û Edebîyata Tirkî da li Zanîngeha Dîcleyê bi yekemînî temam kirîye û mastera xwe jî di beşa Ziman û çanda Kurdî da li Zanîngeha Mardîn Artûklûyê li ser "Îmajên Helbesta Kurdî ya Modern" sala 2016an temam kirîye. Sala 2024an li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da teza xwe ya doktorayê li ser "Rexneyên di Romana Kurdî ya Dîyasporayê" da parastîye û pileya doktorayê wergirtîye. Salên 2007 û 2009an, di televîzyoneke taybet da bi navê Düşlerin Beşiği" û "Okuyan Us" du salan bernameyên hefteyî yên çand û hunerî amade û pêşkêş kirine. Heta aniha sê kitêbên wî çap bûne. Gelek helbest, nivîs û gotarên wî di rojname û kovaran da derçûne. 20 sal in li Dîyarbekirê mamostetîya Ziman û Edebîyata Tirkî dike.