Romana Jan Dost: Mecnûnê Selmayê

Romana Jan Dost: Mecnûnê Selmayê
Romana Jan Dost: Mecnûnê Selmayê
Botan Times
  • 7 Haziran 2023 12:51

Ev nivîs ji alîyê Mizgîn Hesko ve hatiye nivîsandin.

Bêguman, dê bi zimanê xwe û ne bi zimanê Erebî ku roman pê hatiye nivîsîn ev ê xwendina xwe a cuda li qelem bidim, ev romana kurdî ku romannivîs ew bi Erebî afirandiye.

Diyar e ku romannivîsê me bi xwe ber bi riha Cezîrî ve çûye û xwestiye ku wî bi xwînerên zimanê Erebî û bi Ereban jî bêhtir bide danasîn û wiha jî xwestiye ku işq û sofîzima ( tesewif ) wî hinekî bîne ber ronahiyê, lê ne di dergehê rastteqîn de, belam di pencereyê di kêleka hicereyê de..?!!

Tekez behaneyên Jan Dost hene û ew mafdar e ku çi zimanî jî hilbijêre, lê wa pê bawerim ku zimanê pîrê dê bêhtir bikariya nîgaş (xeyal ) û afrêneriya Dostî hiligirtibana xwe, dê bêhtir bi zarekî herikbartir Janê Seyda ev metin biristana…!

Eger xwîner û şopînerên J.Dost ew bi herdu zimanan û ta vê gavê ne xwendibin, tekez dê ev ê yekê nizanibin.

Jan Dost ê ku bi helbestê wekû piraniya romannivîsên din destpê kiribû, tekez dê bi kurdî wiha metinekî dewlemndtir û xemilandîtir biafirandana û tevî ku zimanê wî ê Erebî jî têr û tije ye.

Bi her halî, Jan Dost di seretayî de, ev roman diyarî dayika xwe Azîza kiriye û paşê ber bi dilê Zîna xwe ve wekû risteke gulgulîn herikî ye:

  • Ji bo Zîn: Evîn…ne ti Evîn e eger mistek ji dînîtiyê tê de nebe.

Dayê Azîza, daya pîr ku bi şîrê berê xwe re, ristên Cezîrî ji kurê xwe re digotin û hin caran jî wê çîrok û çîvanokên wiha pir seyr û cuda jî tanîn zimên: Qamîşên ku li derdora Dicleyê heşîn dihatin, bûbûn delîveyeke zêrîn ku Melayê seyda bi rêya wan nameyên evîna xwe, beytên xezelî ji Selmayê re dihinartin û pîra ku nanê xwe bi latê sohtî ve dibijand. Latê sohtî ku Cezîrî pala xwe û bi katejimêran didayê û ji wir li Birca belek dinerî, bi hêviya ku ew şox û şepala mey perest, ew zalimê hişiyar û mest, ew dilbera wek durê, xwedana hisin û cemala pir, ew şêrîna surperî, ew nêrgiza şeng, ew meyperesta cam bidest, şimşad û xeram û serw xinac, çîçek û gulseher û hwd  bidîtana.

Di derbarê sernavê romanê ku Mecnûnê Selmayê ye, di heman demê de dikare şeydayê Selmayê be. Peyva (Mecnûn) ku di hin deveran de ketiye nav zimanê me, di ev ê romanê de xwedan bandoreke wiha xurt e ku nêzîkî wê atmosfêra Mecnûnê Leylayê dibe û bêhtir xeleka sofîzmê gur dike û bêhtir peyal, meqam, meyê û semaya tesewifê li dar dixe û ne tiştekî din.

Melayê Cezîrî bêhtir bi naznavê ( Nîşanî )- ku xwe armancê tîr û xedengê evîniyê didît- xwe dida naskirin..!

Tekez û di her peyteke xezelî ji dîwanê, evîn wekû meya rezberê ji kûzên dilê wî diherike. Ew di evînê de gêj dibe û digihêje pergala şeydabûnê û ha li vir êdî belî dibe… ka çima Jan Dost ev nav ji romanê re hilbijartiye.

Binerin li van malikên M. Cezîrî:

Bulbul û perwane ew fesl û dem in

Cinsê işqa min tenê derdê kul e

Nêrgiza nazik-qed û şehlaya mest

Dîn kirim ez bulbulan sewdagul e

Roman ku careke din -wekû Mîrnameyê û Mijabad û Sê gav û sêdarek û pirên din- romaneke dîrokî ye…ku romannivîs bi riya metinê cêwaz… dixawaze û ji nuh bûyereke dîrokê- dibe ku rastteqîn be û dibe ku na-  ji me re zindî bike û sereklehengên wan serdemên raberdûyê ji nuh bi kom û koloz bike û ji nuh jiyanê li bejna wan bike. Lê kîjan jiyan….?!

Tekez jiyana ku romannivîs di pîlana xwe a serekî de ew ji sereklehngên xwe re hilbijartiye û bi xeyal û hêza aşopê û ji nuh roleke cudatir li bejna wan kiriye, ne da ku jiyana xwe, nervîn û xwezayê xwe bijîn, lê belê bêhtir jiyana xwe a nuh bijîn û rola ku romannivîs ew ji wan re guncaw dîtiye…da ku di dawiyê de negihêjê çi beravê ji bilî beravên mijê.

Başe û dema ku em romaneke wiha ji rîsê nîgaş û xeyalê bixwînin…tekez û di dawiyê de mistek mij di destan de demîne, lê pir pirs û guman jî..!

Eger ev çîrok û ev evîna bi coş û xiroş rastiya xwe Hebe…?

Eger Stiya bisk kesk bixwe jî di işqa Melê de werbûbe..?

Gelo işq dikare çivîkên xwe bigihîne ber textê Xwedawendiyê ?

Romana ku bi şêweya helbestê hatiye ristin ku rîsekî ji ciwankariya vegotinê ye, ta kîjan radeyê dikare wiha sihremend be…?

Rista kilasîk a evînî ku di kurdî de kes nikare nêzîkî siya Melayê Cezîrî bibe, ji incama evîneke rasteqîn e, yan tesewif bixwe ye û vegotina zadê pîroz bixwe ye…?

Ev çi hêz e, çi sihirbaziye di zarê M.Cezîrî de ku piştî çar sedsalên dagirtî,  hîn aşiqên kurdîniyê sermest dike…?

Tekez û dawiya xwendina ev ê romanê, dê xwîner bi hesteke din û dagirtî ji pirsan.. matmayî û mendehoş bimîne.

Romana dîrokî ku hîn jî sala 1814- an de li ser destê  Walter Scott  bi Ingilîzî û Lîf Tolostewî ( Tolstoy) bi Rûsî û Alexandre Dumas bi Ferensî û li ser destên pirên din hatiye afirandin. Bi min û tekez piştî ev ê romanê em dikarin Jan Dost jî li nik nivîskarên cîhanî û wekû yekek ji damezirênerê wê şêweyê cuda bipejirînin.

J.Dost ku rastî jî dikare tayên vî rengê romanê bi awayekî zîrek bi dstên xwe bigire. Ew dikare bi hostayetiyeke balkêş wan serdemên borî bi dest bigire û dikare bi qasî ku dixwaze guherînên cidî di hiş û bîreweriya civakê de misoger bike.

Baş e ma erkê nivîsînê ne ev bixwe ye…guherîn ber bi oqyanosên rastteqîn ve..?

J. Dost her gav hewil daye ku ji agahiyên dîrokî hinekî mufadar be, ew dixwaze ku ji hin çirawîskên ku li vir û wir tert û bela ne, metinekî nuh û cuda ji rûpelan û keştiyeke ji afrêneriyê bide avakirin. Jan hewil dide ku li ser wan agahiyên biçûk ne bitenê avahiya xwe, lê jiyaneke wêjeyî, rewşenbîrî û kurdperwerî bilind û kesên bîrewer û têgihişî bîne meydanê. Dixwaze ne bi pêlan re, lê berûvajî wan …qeyka vegotinên xwe ên wêrek ber bi deryayên li hev vekirî birê ve bibe..!

Tekez û li gorî ku pê dizanim, ew çi cara ku romaneke wiha dinivîsîne, bixwe jî serdana ciyê rasterast ê romanê dike , Belê di wê rê de û ber bi metinekî cuda ve, ev gava herî dirist e. 

Baş e …Ma hilma vê axê piştî barîna baranê wekû hilma wê axê ye…ku em wiha neçin, em ê nikaribin qet ji romanê têbigihin.

Di Gelawêja 2012- an de em bixwe jî li Cezîra Bota bûn û me serdana dibistana Sor û gora Mem û Zîn kir…dema ku mirov li ser wê axê be û wiha ew nêzîkê wê dîrokê dibe, êdî hestên mirov jî lihev dikevin, helbestên stûnî û kilasîkên kurdan têne ber çavan.

Tekez û li wan deveran, li mîrnişînên rojhilatê û binivîsîna ev ê metinê re, romannivîs bixwe li ser wan kavilên mayî rawestiya ye , ji keviya çemê Dicle li Birca belek temaşe kiriye , bîstikekê xwestiye ku bi hestên Cezîrî li siruşta ciwan a Cezîrê binerî  û li wir nêzîkî Xwedanê razmend bibe , nêzîkî wan asîmanên sahî, şîn bibe û ji dilê wê dîroka dûr û dirêj dest bi vegotinê bike. Bi wateya ristina ber bi îro ve. 

Belê dîrok her gav mirov ber raberdûyê ve dibe, lê Tekez roman ji raberdûya destpê dike û ber bi serdemên me ve tê û li ser hêmanên mayî yên wê serdemê dîwarên nuh bi rengekî kubrar û pak ava dike û ji wir roman wekû şêwazekî modern ji torevanî û wêjeyê dest bi cirîda xwe a nuh dike û ji wir ta bi vir jî Jan Dest destdirêjiyê li metinê nake, bêhtir hewil dide ku bi kirasekî avrayî şeydabûna Mecnûnê Selmayê binixumîne. Jan Dost û ji serî û ta dawiya romanê… evîniyê  ji pergala wê a pak û pîroz dûr naxe û  wekû Feqiyekî ji rêbaza hicreyên sofîzimê, evînê ji asta bihevşabûna du canan dûr dixe û evînê wiha bilind ji fira du dilan re dihêle, evînê ji gelawêjê û stêrên işqê nadize, lê wiha rişêşeke ji kubariya çirisî bi ser de dike..!

Romana Mecnûnê Selmayê ku vegotineke ji nîgaş û aşopa romannivîsê me bixwe ye ku tê û  bi vê vegotina balkêş û wêrek helbestvanekî rastteqîn dubare tîne meydana guftûgoyê û pergala jiyaneke nuh. 

Roman ji Weşanên Refê ye û ji 200 rûpelên têr û tije û bi zarê afrandina helbestane û ji sê meqaman pêk tê û ev peyva Meqam dubare tekeziya tesewif û  dewra sofîzimê  dike:

1- Meqamê  vexwarinê

2- Meqamê serxweşiyê

3- Meqamê hişiyariyê

  • Maqamê vexwarinê

Jan Dost û di Meqamê vexwarinê de qala Cezîrî dike û dema ku çavên wî bi Selmayê keça Mîr Seyf aldîn dikeve. Dema ku dotmîr Selma û li dibistana sor, lihêfê ser rûyê wî ê şepal dihilîne wiha lê tê û wekû yê vexwarî. Vexwarî ji lêvên evîneke bêguneh wekû xemreya helal ku ristina Cezîrî de dubare dibe.

Jan û li ser zarê Cezîrî di rûpela 36-an de dibêje:

“Dema ku ji xewnê şiyar bûm, behitîm.. du çavan li min dinerîn…! ma min got du çav..?!!!

Çendîn hevok teng e, çendîn vegotin seqet e û çendîn ferhengên zimên biçûk in..!

 Ew ne bi tenê du çavên bi mijankên reş bûn, wekû du qewsên hîlalan, du pencereyên ber bi bihiştê ve vekirî bûn, di wan da ber bi mihrevaniya Xwedanê dilovan ve çûm. Ew du mihreab bûn û di wan de min bankî Xwedanê razmend kir, du kelek bûn û di golên kêfxweşiyê de birim û hwd“

Cezîrî jî dibêje:

Xelkno..! Li min kin şîretê

Ew dîlbera zerîn kemer 

Min dî di halê xefletê

Hat der ji burcê wek qemer

Hat der ji burc û penceran

Dil girt û da ber xenceran

Ev reng e halê dîlberan

Lew aşiqan xwûn bû ceger 

Wiha jî û li ser rêka Cezîrî û raza dilê wî û wiha jî wekû ristên helbestan e. Jan hevokên xwe li hev siwar dike û wiha dilê xwînerê xwe jî di kelekek ji ristina cuda di deryayê işqê de dibe, wan ber bi mihreaba dildariyê û ber bi textê Xwedawendiyê û aşopên sermestiyê dibe.

Dubare binerin ka Cezîrî çî din dibêje û baş bi ristên romanê û behreya dilê romannivîsê me mijûl bibin:

Di riya wan xet û xalan, Ku ne herfên qelemî ne

Me ji feyza te ye mestane, rewan cam e lebaleb

Mestê şehkasê meya cazî be yin rûhî didit me

Rûh dizanit ku ji ber lezzetê işq mame lebaleb

Nêrgiza mesti ji bala çîmena sunbul û gul tê

Qedehê taze bi deştê xwe tenê da me lebaleb

Qedehek taze ji işqê si ezel da me hekîmê

Jê dinoşin hey û hey, hê bixwe cama me lebaleb.

  • Maqamê serxweşiyê:

Êdî Melayê ku di deryayê Işqê de werbûyî, digihêje Meqamê serxweşiyê û ji bilî helbestê, ti tişt arê dilê wî nahedinîne. Di wê Meqamê de ew digihêje pergala dînîtiya xwe û dest pê dike wiha sermest ji evîna xwe a mezin û pak dinivîsîne û dubar e romannivîsê me li ber ronahiya ristên Cezîrî bixwe romana xwe bi vegotinên sosret bi rê ve dibe.

Cezîrî jî gihiştiye qunaxa serxweşiya işqa ezel ta radeya ku di beyteke xwe de dibêje:

Saqî ji ezel yek, du qedeh bade bi min da

Heta bi ebed, mest û xumar û teles im ez

Yan jî di helbesteke din:

Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez

Ateşperest û nûrê tecella yim ez

 Belê van beytan li vir xêz dikim û da ku êdî xwîner behtir bala xwe bide zaniyariya Dost û têgihiştina wî ji beytên Melê re û çawaniya bikaranîna wî ji ew ê meya ji ristan di metinê romanê de. Bi wateya ku her çendîn jî roman vebêjerek ji xeyal û aşopa romannivîs bixwe be jî, lê Jan Dost wiha jî hewil dide û bi zarê nîşan û sîmbolîkê ku me ber bi qada pirs û lêpirsînê bibe.

Her çendîn îşqek ji rengê sofiyan hebe, lê gelo ma ev yek pêkan e ku mirov wiha kûr û dûr di ristin û pesinê de biçe bê ku di rastiyê de yarek ji hisna cemalê, wiha narîn û abirû siyah Hebe…?!

Tekez û dema ku mirov dest bixwendinê dike, êdî ew nikare dest jê berde . Her rûpelek û mirov bêhtir dixwaze nêzîkî wan dem û dewranên Melayê Cezîrî bibe û nêzîkî ristina wî ji beyta xezelî re bibe, mirov wiha dixwaze zû bizanibe ka dê çî din di derbarê ev ê evîna pîroz de/ çi rast û çi na / çi serxweşî di navbêra du rewanan de heye…?!

Gelo ev işqa zadê pak û mihrevan e ?!

Belam mirovê zîrek jî dizane ku işqê wiha mirov ber bi cezba xwe ve bibe, naçe serî û bê incam dimîne. Dawiyê jî.. di her evînek û wekû ku Dostî di destpêkê de aniye zimên rişêşek ji dînbûnê heye…?!!!

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2008-an de … Jan Mîrnameya xwe û ji nav weşanên Avestayê da çapkirin û Mîrnameya Dostî ku ew jî romanek ji aşopê bû, lê beşê herî sereke ji jiyana Şeydayê Xanî û bilindgoya wî a netewî bi rengekî wiha herikbar û bi metinekî dagirtî ristên ji helbestê, ji afrêneriya hişekî wiha sosret û ji bîreweriyeke bê hempa û li vir dê veneşêrim ku Mîrnameya bi kurdî wiha dolemendtir ji Mecnûnê bi Erebî hatibû ristin. Tekez û her çendîn Jan Dost xwe kurê herdu zimanan û dibistanan dibîne, lê zimanê ku mirov pê re şîr vexwaribe, dê her gav yê xurtir be. Bi wateya ji warê metin, ristin, çawaniya derbirînê û ta bi wêneyên dengî û bînerî, mûzîk û ritma bilêvkirinê. Ango ciwankariya metinê bi giştî.

Di mîrnameyê de ku hibir ji asîmên dibarî, dê li vir û di Mecnûnê Selmayê de ji zemîneke wiha cudatir Firmêsik û ristên evînî ber bi joriya sermed bibarin. Di mîrnameyê de ku derdê Xanî evîna mezin bû, dê di Mecnûnê Selmayê de dubar e evîneke wiha mezin hebe. Welat û Stiya bisk zêrîn dikarin heman wateya xwe a pîroz bidin . Li wir J. Dost dîtiye ku Xanî bê mirad bi jehrê miriye û li vir Cezîriyê Jan di heftê û pêncsaliya xwe de ji derdê dûriyê bê mirad çû ye ber dilovaniya Xwedan.

Jan ku di mîrnameyê de govanê/ şahidê/ darbesta Xanî bû, di Mecûnê Selmayê de govanê rojên Cezîrî ye û ta xirêna wî a dawî li wir e.

Di Mîrnameyê de serseriya mîrên kurdan û li vir di Mecnûnê Selmayê de, şer û ezeziya wan li pey desthilatdariyê .

Li wir Xanî bi derxistina xortan ji rê û bikaranîna beytên xezelî û erotîka bi sed rengî û awayên bihevşabûnê weku şeva zemawenda Tacdîn û Stî.

Lê li vir, di Mecnûnê Selmayê de bitenê evîneke din, şêweyê vegotin û meteneke din. Sermestiyke wiha pak û kubar weku ku Melê ji heft xumên giran meyî nohtibe heye.

  • Meqamê hoşiyariyê:

Wiha em digihêjin dawiya romanê û di dergehê wê ê herî dawî, ku Meqamê hoşiyariyê ye. Cezîrî digihêje temenê çilsaliya xwe û hîn jî li ser bîranînên evîniyê dijî û tişta ku di destên wî de mayî bitenê desmalkeke spî ye û pir ji nalîn û qêrînên helbeatê ku kela dilê wî biçekî hînik dikin. 

Wê demê derwêşekî heştê salî tê Cezîrê û li derdora gora Mem û Zînê dimîne ( Weliyê Neqişcan ) û li vir Jan Dost nêzîkiyê li çîroka Celal Aldîn Alromî û Şemsê Tebrîzî dibe.

Wiha ev Derwêş ji Melayê sermest re dibe rêber û bi destên wî digire da ku bigihêje qunaxa herî mezin ji Yekîneya hebûnê û hezkirina zadê pîroz, ji ber ku can û laş fanî ne û rewan dê yê sermed be. Ango jê dixwaze ku ristê bi kesekî bitenê ve girê nede û berê xwe bide nava xwe ku hebûn û razên heyînê tev dikarin di dilê wî de bin.

Û dawiyê Ehmedê me diçe ber dilovaniya Xwedan û tiştê ku di destên me de dimîne, dîwaneke wiha dewlemend û cuda di wêjeya kurdî de û hinek ji bîna wî, lew ji metinê xeyal û aşopa romannivîsê me Jan Dost bixwe be jî…ev romana sosret û balkêş.

Dawiya dawî Ehmed û bi razan dagirtî ji ev ê jiyana fanî bar dike û tiştê di destên Selmayê de dimîne, pir ji pirpirîkên işqê û yek desmalka hevirîşimî…desmalka Ehmedê Mecûnê Selmayê.

Tekez bi hevoka Selmayê dê ev ê xwendinê bidawî bikim, wiha jî Jan Dost romana xwe bi dawî kiriye:

Berdestîka min Letîfayê tiliya min î birîndar bi desmalka hevrîşimî rapêça, xwîn nema herikî. Dê tiliya min rehet bibe, lê dê kî birîna kevin di dilê min de derman bike, birîna kûr ku ji nuh dest bi herikînê kir…?