Rojnivîska Festîvala Duhokê IV: Govenda Alî û Zîn


Navenda Nûçeyan
Mehmet Alî Konar, di fîlma xwe da rê nedaye zimanekî propagandatîf, erebesk û dîdaktîk yê vegêranê. Li gel vê çendê jî, gelek kodên sosyolojîk yên civaka kurdî di nava fîlma xwe da binecih kirine û karakterên fîlmê li gorî statûya xwe ya di nav malbatê û civakê da rolên xwe digêrin.
Heyecan û eleqeya bo fîlmefestîvala Duhokê di roja çarem da jî her berdewam bû. Ev eleqe ji tijebûna holên sînemayê bi rehetî diyar dibû, bi taybet bo fîlmên kurdî. Di çarçoveya bernameya roja çarem ya festîvalê da gelek kurtefîlmên navdewletî û çar dirêjefîlmên çîrokî yên kurdî hatine nîşandan. Ji aliyê din ve, panêlek li ser sînemaya kurdî hate birêvebirin. Panel, bi moderatoriya Mesûd Arif û beşdariya Şewket Emîn Korkî, Emîr Elî, Şiwan Atûf û Dr. Mihemmed Elî Taha bû ku di panêlê da gengeşeya hindê hate kirin ka pêşeroja sînemaya kurdî çawa dikare bê mîsogerkirin.

Di çarçoveya bernameya îro ya festîvalê da fîlma Mehmet Ali Konarî “Govenda Alî û Zîn”ê, ku di pêşbirka dirêjefîlmên kurdî da ye, cara ewil hate nîşandan û bîneran eleqeyeka mezin nîşanî fîlmî û derhêner Mehmet Ali Konar û lîstikvanê sereke yê fîlmê Suat Ustayî da. Mehmet Alî Konar û fîlma wî ya nû Govenda Alî û Zînê babeta îro ya rojnivîska festîvala Duhokê ne.
Mehmet Alî Konar, bêyî ku di destpêka derhêneriya xwe da duristkirina kurtefîlmekê biceribîne, bi wêrekane yekser bi fîlmeka dirêj dest bi derhêneriyê kir. Beriya yekem fîlma wî Hewno Bêreng haya kêm kesan ji wî hebû, ta ku fîlma Konarî sala 2018an li 29emîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Enqereyê şeş xelatên ciyawaz bi dest ve bîne. Piştî yekem fîlma wî Hewno Bêreng, Konar niha bi duyemîn fîlma xwe Govenda Alî û Zînê dest bi gera festîvalan kiriye ku promîera Iraqê ya fîlma wî li festîvala Duhokê pêk hat.

Fîlma nû ya Konarî Govenda Alî û Zînê, wekî fîlma wî ya pêştir Hewno Bêrengê, behsa seqa û atmosfera polîtîk ya salên 1990î li Tirkiyeyê dike. Çîroka fîlmê behsa dayîkeka kurd ya bi navê Zîn (Meryem Babanî) dike ku kurê Zînê ji aliyê dewletê ve bi awayekî nediyar hatiye kuştin. Dayîka wî Zînê dixwaze ji bo kurê xwe yê mirî govendekê dane. Fîlm, bi giştî behsa çîrokeka salên 1990î ya malbateka kurd dike. Fîlmê, li 28emîn Fîlmefestîvala Navdewletî ya Altın Kozayê ya Edeneyê xelata Yılmaz Güney û xelata baştirîn fîlmê ya SIYADê bi dest ve anîn.
Konar, ber’eksê şiddeta di fîlmên kurdî da, di herdu fîlmên xwe da jî li şûna nîşandana şiddeta yekser, cih dide temsîla şiddetê. Ev tercîha nîşannedan yan jî veşartina şiddetê, nîşaneya xemeka hunerî ya derhênerî ye.
Nîşandana salên 1990î bi endîşeyeka hunerî
Mehmet Ali Konar, wekî derhênerên kurd yên bakurî, di fîlmên xwe da behsa dîroka nêzîk ya Tirkiyeyê û babetên wekî şer, faîlên meçhûl û derketina çiyayan yên girêdayî meseleya politîk ya kurdî dike. Di her du fîlmên wî Hewno Bêreng û Govenda Alî û Zînê da seqa û atmosfera polîtîk ya salên 1990î tê dîtin û di navenda herdu fîlmên wî da trajedî û tengijînên malbatên kurd tên vegêran ku ji meseleya polîtîk ya kurdî welidîne. Bes, nisbet b fîlmên kurdî yên behsa salên 1990î yên li Tirkiyeyê dikin, derhêner di behskirin û vegêrana vê babeta polîtîk da endîşeyeka derhênerî ya hunerî û estetîk berbiçav e. Bo nimûne di Govenda Alî û Zînê da, sehneyên şiddetê yên wekî lêdana Îsayî (Suat Usta) li qereqolê, nîşannedana şerjêkirina bizinî yan jî veşartina term û cenazeyê birayê Îsayî, tercîhên hunerî yên derhênerî ne. Veşartin yan jî nîşannedana sehneyên şiddetê yên derhênerî, fîlmên wî ji gelek fîlmên kurdî yên din ciyawaztir dike. Ji aliyê din ve, derhênerî dîsa bi zanebûn mesafeyek daniye di navbera bînerên kurd û temsîla dewletê ya fîlmê da. Di gel ku hindek sehne li qereqolê derbas dibin, em bi çi awayî rûyên leşkerên îşkenceker û îşkenceyê nabînin û leşkerên têne gundî her tim ji dûr ve, bi planên berrfireh xuya dikin. Bi çi rengî planên nêzîk yên temsîla bûrokrasiya dewletê dernakevin pêş; ku ev yek di gelek fîlmên kurdî da bi planên nêzîk tên nîşandan. Konar, ber’eksê şiddeta di fîlmên kurdî da, di herdu fîlmên xwe da jî li şûna nîşandana şiddeta yekser, cih dide temsîla şiddetê. Ev tercîha nîşannedan yan jî veşartina şiddetê, nîşaneya xemeka hunerî ya derhênerî ye.
Hesassiyeta zimanî: Pirlehceyiya Govenda Alî û Zînê
Mehmet Alî Konar, di fîlmên xwe da li gel endîşeyên vegêran û çîrokbêjiyê, di meseleya zimanê fîlma xwe da jî gelek hesas diyar e. Pêkve-bikaranîna lehceyên kurdiyê wekî trendekê di sînemaya kurdî da bilind û popûler dibe. Ev popûlerbûn û nizmbûna zimanî, herçend girêdayî rewşa sosyo-polîtîk be jî, peywendiya wê li gel boçûna derhênerên kurd ya bo kurdiyê û lehceyên kurdiyê jî heye. Pêkve-bikaranîna lehceyên kurdiyê wekî zimanê diyalogan mimkin e mirov di çendîn fîlman da bibîne; Bo nimûne, Hiner Selîm di fîlma xwe da cih da lehceyên soranî, kurmancî û zazakî. Bes, Mehmet Alî Konar, ev mesele hindekî din kûrtir kiriye û rê daye hindê ku karakterên wî di yek fîlmê – ku malbatek e- da bikarin bi çend lehceyên kurdiyê biaxivin. Roja îro, bikaranîna sê lehceyên kurdiyê di nav malbateka kurd da herçend gelek reel nebe jî, ev yek wekî îdealîzasyona derhênerî dikare bê dîtin. Û bikaranîna sê lehceyan dikare rê li ber hindê veke ku di navbera bînerên kurdên soran, kurmanc û zaza û fîlmên kurdî da pireke durist bike. Bikaranîna her sê lehceyên kurdiyê, bi taybet ji ber rîska jinavçûna zazakî, ji endîşeyeka polîtîk ya derbarê zimanî da wêdetir, texeyyûla derhênerî û boçûna wî ya bo zimanê kurdîyê ye. Bikaranîna sê lehceyên kurdiyê rengekî “kurdî”tir daye fîlmê ku Govenda Alî û Zînê gelekî li pênaseya fîlma kurdî tê.
Mehmet Alî Konar, di fîlma xwe da rê nedaye zimanekî propagandatîf, erebesk û dîdaktîk yê vegêranê. Li gel vê çendê jî, gelek kodên sosyolojîk yên civaka kurdî (şertên zewaca Gulrengê (Fatoş Yıldız), dana cilikên miriyan bo feqîran) di nava fîlma xwe da binecih kirine û karakterên fîlmê li gorî statûya xwe ya di nav malbatê û civakê da rolên xwe digêrin. Bes, ji ber rola komedîgêriya Suat Usta (Îsa) ya zorîneya fîlmên dî da, ev rola xemnak bi temamî li ser karakterê Suat Usta nerûniştiye û em gelek caran Îsa xerîkî çêkirin yan jî te’mîrkirina kewarên mêşan dibînin ku ev rol êdî dibe tekrar û car caran pêbaweriya xwe ya rastiyê ji dest dide. Lê bi giştî mirov dikare bibêje karakterên fîlmê ji aliyên kodên psîkolojîk û sosyolojîk ve bi rengekî serkeftî hatine avakirin û rolên xwe gêrane.